Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin 2023-03-22 14:18:33 ENQERE - Nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azdiyê de cih digirin diyar kirin ku di hilbijartinan de berpirsyariyeke dîrokî bi cih anîn û wiha gotin: “Em ê vê pergalê biguherînin.    Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê helwesta xwe aşkere kirin, deklare kir ku wê ji bo hilbijartina serokkomariyê namzet dernexînin. Tifaqa Ked û Azadiyê, diyar kir ku li dijî pergala yek zilamî wê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin û hesabê bipirsin.   EHP: DIVÊ EM BIBIN YEK    Piştî deklarasyona hevpar nûnerên partiyan jî axivîn. Serokê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) ê Giştî Hakan Ozturk, anî ziman ku peywîrên xwe yên dîrokî wê bi cih bînin û wiha got: “Rewşa welat li ber çavan e. Ji bo em pergala yek zilamî bi dawî bikin divê em bibin yek. Me helwesta xwe aşkere kir. Ji bo demokrasî were vî welatî û azad bibe, ji bo çîna karkeran bigihe mafên xwe, ji bo jinan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tişta ji destê me bê em ê bikin. Ji bo ku em van bi cih bînin tişta ji destê me tê em ê bikin. Me gaveke girîng li vir avêt.”   EMEP: EM Ê JI ERDOGAN RE BÊJIN OXIR BE   Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî diyar kir ku helwesta wan ne tenê vîna Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Tifaqa me ji ber Serokkomariyê û erdhejê bi rêxistinên kedê û pîşeyî, bi milyonan re li kargehan, li zeviyan hevdîtin kirin û ev vîn nîşan da. Tişta ji bo me esasî bi dawîkirina Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, li kedkaran, li karkeran, li jinan dikin. Em ê yek zilamî bi hev re bişînin. Di avakirina ji nû ve ya Tirkiyeyê de bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn. Em ê vê bi hev re nîşan bidin. Em ê di 15’ê gulanê de vê nîşan bidin. Dema em bibêjin ‘Oxir be Erdogan’ em ê yê biçe oxir bikin lê ya tê jî em bi xwe dê ava bikin. Pêşeroja Tirkiyeyê wê Rêya Sêyemîn diyar bike. Em ê bi hev re serbikevin wê gel serbikevin.”   SMF: ME BIRYAR DA KU EM NAMZET DERNEXÎNIN   Berdevkê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû têkildarî helwesta xwe ya namzetan wiha got: “Me beriya erdhejê gotibû em ê namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê diyar bikin lê di encama vê pêvajoyê de me biryar da ku namzetê xwe derxînin. Em difikirin ku dernexistina namzetê serokkomariyê wê ji Tifaqa Ked û Azadiyê re baş be. Em ê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomînin.”   TÎP: VÎNA JI NÛ VE AVAKIRINÊ    Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş Tifaqa Ked û Azadiyê weke tifaqa jin, kedkar û gelên Tirkiyeyê ku li dijî rejîma qesrê têkoşîna herî bi biryar dimeşînin bi nav kir û got: “Me got ku haya me ji berpirsyariya me ya dîrokî heye û em ê li gorî wê biryarê bidin. Ya ku me îro anî ziman ev bû. Tifaqa Ked û Azadiyê yek ji vîna herî xurt a ji nû ve avakirina vî welatî ye. Ev daxuyanî beyana vînê ye. Bangek li Tirkiyeyê ye, bang li hemû welatiyan e ku vê têkoşînê mezin bikin. Banga berpirsyariyê li hemû mûxalîfan e. Ev roj ne ew roj e ku em tu kesek xwe, partiya xwe, tifaqa xwe bifikire; Roj ew roj e ku ji bo ji vê tarîtiyê rizgar bibe divê welat tevkariyê bike. Ev îrade ji bo welat ji vê rejîmê rizgar bibe gaveke bi hêz e. Bi biryardarî û hêviya afirandina jiyaneke nû we hemûyan silav dikim.”   TOP: PEYWÎRA ME WÊ PIŞTÎ HILBIJARTINAN DEST PÊ BIKE   Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, ketin pêvajoyeke ku Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsyartî girtiye ser xwe û wiha got: “Em wek Tifaqa Ked û Azadiyê di 24’ê îlonê de ji bo aştiyê ketin rê. Pêwîste em vî welatî ji nû ve ava bikin û ji bo vê yekê me dest bi têkoşînê kir. Em di serdemeke krîtîk de ne, ketin pêvajoya hilbijartinê. Em ê welat ji nû ve ava nekin, lê em gaveke girîng diavêjin. Me biryareke girîng da ku vî welatî ji çeteyên ku welat di destê xwe de digirin û welat talan dikin rizgar bikin. Piştî vê hilbijartinê wê peywîra me dest pê bike. Em ê li Tirkiyeyê têkoşîneke ku jin, destgirtî û kurd karibin lê bicivin, ava bikin. Di 14’ê Gulanê de û wêdetir em ê vî welatî bi gelê xwe re ava bikin.”   HDP: KEDA GELÊN TIRKIYEYÊ HEYE   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ev tişt gotin: “Her kes qebûl dike ku hilbijartinên 14’ê gulanê di dîroka Tirkiyeyê de yên herî krîtîk in. Me helwesta xwe beriya sal û nîvan aşkere kiribû. Ji wê demê û vir ve me polîtîkayeke zelal meşand û xeteke durist şopand. Erdhejê em hemû bi hilweşîneke mezin re rû bir û hişt, ev hilweşîna ku di erdhejê de derket holê ne encameke xwezayî ye, divê weke berpirsyartiyeke siyasî bê dîtin. Me nêzîkatiya xwe ya derxistina namzetiyê ji nû ve nirxand. Me di vê pêvajoyê de bi hêzên xwe yên tifaqê, bipartiyên xwe re, hêzên demokrasiyê re hevdîtin kirin. Îro helwesta me derket holê. Li vir tevkariya hemû hêzên demokrasiyê heye. Stratejiya me zelal e em ê vê desthilatê bişînin.    EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN    Em ê pergalê biguherînin, ev li dijî gelên Tirkiyeyê berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Avakirina pêşerojek demokratîk û azad û aştiyeke mezin encax bi têkoşîneke hevkar pêkan e. Sedema biryara me ya nederxistina namzet ev e. Tifaqa Ked û Azadiyê dê li Tirkiyeyê bibe hêza pêşeng a vê veguherînê. Lê belê tifaqa herî berfireh a demokratîk ji bo ji nû ve avakirina welêt girîng e. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Ji bo bibe hêza motor a vê veguherînê divê Tifaqa Ked û Azadiyê bi rengekî herî xurt li parlamentoyê be. Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê vê hêzê bişînin, em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Bila rêya me vekirî be.”