Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin 2023-03-22 16:48:46 ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr di salvegera tayînkirina qeyûman li Şaredariya Êlihê de axivî û wiha got: “Me li Stenbolê çawa dawî li pergala zilmê anî be, bila ehda me be ku dê di vê hilbijartinê de dawiya Erdogan jî bînin.”    Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û endamên Meclisa Şaredariyê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman, daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê hate dayîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya me, qeyûm darbe ye” hate vekirin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de axivî û got ku zîhniyeta qeyûm, dijminê îradeya jinan e û ev tişt anî ziman: “Qeyûmên ku şaredarî dagir kirin, weke karê ewil saziyên jinan girtin. Bi ser vê darbeya li dijî vîna gel re 3 sal derbas bûn. Vîna gelê tune hesibandin û şaredarî dagir kirin. Weke kesên hilbijartî, em ê berxwedana xwe ya li dijî qeyûman bidomînin.”    Metna daxuyaniyê jî ji hêla Hevşaredar Mehmet Demîr ve hate xwendin. Demîr, got ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye û wiha got: “Mîna wezîrê karên sûcan, tu albûmên me yên wêneyan ên bi tevahiya rêxistinên sûcan re nebûn. Me mîna AKP’ê ku ew jî endamê wan e tu torên nelirêtî, dizî û bêhiqûqiyan ava nekiribûn. Wan ji bo rêxistinên terorê û komên paramîlîter ên li Ezaz, Idlib û Efrînê pere şandin lê me tu pere neşandibûn. Di pêvajoya darazê ya sê salan de tu delîlên hiqûqî yên şênber pêşkeş nekirin. Şaredariyên me bi rêbazên derhiqûqî hatin dagirkirin û qeyûm tayîn kirin.    ŞÊLANDIN, DIZÎ...    Ji bo ku çerxa nelirêtiyê bidomînin, heta sala 2021’an 191 caran qanûna îhaleyên cemaweriyê guherandin û xwestin bo alîgirên xwe qada şêlandin û diziyê biafirînin. Di erdhejê de derket holê bê ka tovikên bêexlaqiya civakî, neheqî û diziyê çawa çandine û civak çawa bêesil kirine. Midûrên emniyetê yên ku ji bo ewlehiyê dişandin bûn pirsgirêka ewlehiyê, wan bi xwe pere û zêrên mexdûrên erdhejê dizîn. Jenerator û cilên ku bo mexdûrên erdhejê hatin şandin, ji hêla midûrên qeyûm ve hatin dizîn û anîn Êlihê. Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê dest danîn ser alîkariyan, ewd ever veguherandin deverên rantê. Şaredarî dagir kirin û hem ji bo xwe û hem jî bo rêxistinên herêmî qadên rantê afirandin. Heke qeyûm nehatina tayînkirin dê li bajarên kurdan bi navê AKP-MHP’ê tiştek nemabûya.    EFÛYA ÎMARÊ   Tayînkirina qeyûman, hewldana tunekirina jiyana bajar û şêniyên wê ye. Ji 6’ê hezîrana 2018’an ku Efûya Îmarê hate derxistin heta 31’ê adara 2019’an, li vî bajarî 96 avahiyên qaçax û bêrûxset hatin avakirin. Piştî em hilbijartin, me li dijî van avahiyan dest bi têkoşînê kir lê emniyet û darazê piştgirî nedan. Gelo ev dê bi çi were îzehkirin? Bi tayînkirina qeyûman re tavilê pankartên me daliqandin anîn xwarê û destûr dan ku kes lê bi cih bibin. Ji bo rantê, bi çavsorî jiyana xelkê bajar tune tê hesibandin.    HEWZAYA AVÊ JI ÎMARÊ RE VEKIRIN   Qeyûmê Êlihê bi israr hewl dide hewzaya avê li ber îmarê veke. Bi israr hewl didin ser Çemê Êlihê OSB’an ava bikin. Ev yek nîşaneya dijminatiya wan a li dijî gel e. Bila gelê me piştrast be ku em ê dev ji van qeyûman, burokratan bernedin. Li kîjan deverê dibe bila bibe, em ê li eywanên dadgehê yek bi yek hesaba tevan bipirsin. Demekî pir kêm ma ye ku ev pergala dizî û bêqanûniyê bi dawî bibe. Me çawa ku bi dengên xwe li Stenbol û gelek bajarên mezin dawî li pergala zilmê ya Erdogan anî be, bila ehda me be ku dê di vê hilbijartinê de dawî li Erdogan jî bînin.”