Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine 2023-03-22 17:45:47   RIHA - Ferît Şenyaşar ku li ser vexwendinê ji bo bernamzetiyê serdana Rêxistina HDP'ê ya Rihayê kir, piştî serdanê anî ziman ku, têkoşîna wan a edaletê dê bidome û got: "Heke ez bibim parlamenter ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiyê hatine." Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê dabû destpêkirin di roja 730'yî de li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bernamzatiyê serlêdan kir. Şenyaşar piştî serlêdana li Rêxistina HDP'ê ya Rihayê  li avahiya partiyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de bi lêv kir ku nobeda edaletê ya ku dane destpêkirin wê bidome û got ku eger bibe parlamenter  dê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê li meclisê jî bîne ziman. HDP'Ê EW VEXWAND Şenyaşar bi bîr xist ku di sala 2018'an parazvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî malbata wan komkujiyek pêk anîne û got ku qetlîama ku li kargeha wan dest pê kiriye li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dewam kiriye û di encama vê komkujiyê de bavê wî û 2 birayên wî jiyana xwe ji dest dane. Şenyaşar her wiha anî ziman ku çendî birayê wî xwe parastiye jî hatiye girtin û 5 sal in girtiye û got: “Piştî vê komkujiyê 5 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Ev têkoşîn 2 sal in li ber Edliyeya Rihayê didome. HDP'ê jî xwest ez Ji vê têkoşînê li Meclisê bidomînim û piştî şêwirê ku me di nava xwe de kir, min ji bo bernamzetiyê serlêdan kir. Raya giştî tevî pêşniyarên gelek partiyan xwest em ji HDP'ê bibin namzet. Me jî ji ber vê ji bo namzetiyê serî li HDP'ê da." NOBEDA EDALETÊ WÊ BIDOME Şenyaşar diyar kir ku çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike û heke biçe meclisê dê ev têkoşîn li wir bidome û got: "Min beşa aboriyê xwend lê heke ez bikevim meclise ez ê li ser edalet û mafên mirovan bixebitim. Ez ê bibim dengê her kesê ku rastî neheqiyê û bêedaletiye hatiye. Ji Ceylan Onkol heta Kemal Kûrkût, ji Gulîstan Dokû heta Berkîn Elvan em ê hewl bidin berpirsên van kuştin û komkujiyan bên cezakirin."