Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be 2023-03-23 09:00:30 WAN - Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvashê Şîr Ahmed Şîranî Naroûyî, bilêv kir ku teî hemû destdirêjî û gefên hêzên rejîmê jî dê gelên Îranê li qadan bin.    Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, didome. Lê kesên ku di serhildanê de hatine binçavkirin û girtin rastî îşkenceyeke giran û destdirêjiyê tên. Ji roja çalakî dest pê kirine heya nih bi dehan girtî ji ber ku li girtîgehê rastî destdirêjiyê hatine, serî li gelek saziyan dane. Şîr Ahmed Şîranî Naruoyî ku 11 salan ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de maye û niha Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvaşê ye, diyar kir ku gel wê tu carî dest ji qadan bernede.    Naroûyî diyar kir ku hêzên Îranê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî li girtiyan dikin û got: “Jinên ku li herêma Belûcîstanê hatin binçavkirin bi kom rastî dest dirêjiyê hatin. Ev bûyer bi piranî li odeyên lêpirsînê yên Muhafizên Şoreşê diqewimin. Kesên rastî tecawizê tên ev yek bi raporan îspat kirin. Saziyên mafên mirovan jî ev mijar lêkolîn kirin û zelal kirin. Jiyana van kesan di metirsiyê de ye, lewma nasnameya xwe vedişêrin. Hemû saziyên rejîmê van bûyeran qebûl dikin, lê tu darizandinek nehatiye kirin. Ev bûyerên destdirêjiyê ne bûyerên asayî ne, ji ber ku dema dest dirêjî li jinan dikin, zirarê didin organên wan jî. Gelek jin piştî dest dirêjiyê neçar mane emeliyat bibin. Gelek kes ji bûyerên destdirêjiyê gilî kirin, lê tu encam bi dest nexistine."    ÎŞKENCEYA FIZÎKÎ Û DERÛNÎ   Naroûyî anî ziman ku mexdûrên destdirêjiyê demeke dirêj di binçavan de tên girtin û wiha got: “Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve di heman demê de ji aliyê derûnî ve jî rastî îşkenceyê tên. Gelek kes piştî binçavkirinê têkiliyên xwe yên berê diqedînin û xwe diniximînin. Mirov hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyêderûnî ve êşê dikişînin. Van kesan tenê li hemberî kuştina welatiyan bertek nîşan dan. Tu sûcekî wan tune ye, îşkenceyên bi vî rengî li wan hatin kirin."    Naroûyî her wiha da zanîn ku gelek rêxistinên sivîl li cem welatiyên mexdûrê destdirêjiyê ne û di warê derûnî de piştgiriya wan dikin.    'ARMANC DÛRXISTINA GEL A JI QADÊ YE'   Naroûyî bibîr xist ku Midûrê Polîsên Belûcistanê jî dest dirêjî keçeke 15 salî kiriye û nehatiye cezakirin û wiha axivî: “Rêjîmê jî ev bûyer qebûl kir, lê tu ceza nehat dayîn. Ji ber ku destdirêjiya di dema binçavkirinê de ne bûyereke şexsî ye, ya pergalê ye. Ev bûyereke sîstematîk e, ji lew re bi vî awayî dixwazin ku pêşî li ber jinan bigirin ku daxilî nava çalakiyan nebin. Dewlet her wiha gefa destdirêjiyê li zilamên ku beşdarî xwepêşandanan dibin jî dixwe. Gelek mêr jî rastî destavêtina zayendî tên. Ji bo civakê çavtirsandî bikin van titşan dikin. Lê tevî her tiştî jî jin beşdarî xwepêşandanan dibin û her diçe hejmara wan zêde dibe. Rejîm ji bo ku jin danekevin kolanan vê yekê dike. Nîşaneke din a vê yekê jî, ew bû kudi çalakiyan de çav û organên jinan hedef digirtin."   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Naroûyî bal kişand ser wê yekê ku aktîvîst û saziyên mafên mirovan ên li welat dê her dengê gel bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevahiya gel di bin xeteriyê de ye, em rastî gelek pirsgirêkan tên, lê dîsa jî em li vir in. Em ê serî li ber wan netewînin. Em ê her li ser vê rêyê bin. Em ê dengê gelê xwe bigihînin her derî. Tevî gefan jî em ê serî netewînin, tevî hemû îşkenceyan û pirsgirêkên aborî jî em ê her bibin dengê gel."   MA / Bêrîvan Kûtlû