'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin' 2023-03-23 09:01:02 WAN - Waniyan anî ziman ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî ji bo meha Remezanê bikirin û gotin ku krîza heyî "zilm" e.    Polîtîkayên şer ên desthilatê krîza aborî kûrtir dikin. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha sibatê da rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 55,18 eşkere kir. Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) jî rêjeya enflasyonê ya salane ya meha sibatê ji sedî 126,91 eşkere kir. Ji ber vê li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj hêza kirînê ya gel kêm dibe. Bihabûnê kiriye ku gel di meha Remezanê de jî nikare tiştekî bikire. Waniyan diyar kir ku ji ber bihabûnê ji bo meha Remezanê tiştek nekirîne û gotin ku tekane xelasiya ji vê krîzê hilbijartinên 14'ê Gulanê ne.   BERPIRSÊ KRÎZÊ DESTHILAT E   Baran Eneşan diyar kir ku gel nikare tiştekî bikire û got: “Gel nikare tiştekî bikire û ji ber vê karê esnafan jî nabe. Rewş îsal ji ya par xerabtir e. Mirov nikarin ji bo Remezanê tiştekî bikirin. Fiyet sê qat biha bûne. Berpirsiyarêvê bihabûn û jrîzê detshilat e." Eneşan bal kişand ser rêya xelasiya ji vê krîza heyî jî û got ku divê di 14'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.   Munevver Şahîn ku ji bihabûnê gazin kirin got: “Bi navê danûstendina meha Remezanê tiştek nemaye. Jixwe hûn fiyetan dibînin. Me par karîbû danûstendinê bike, lê îsal em qet nikarin."    Maarîf Karaer jî wiha bertek nîşan da: “Fiyet ew qasî biha ne ku em nikarin tiştekî bikirin. Sedema vê detshilat e."    Emîne Kurt jî diyar kir ku fiyet pir biha ne û wiha got: “Em ji bo danûstendinê hatine, hela em ê binerên bê em dikarin çi bikirin, lê tu tişt nayê stendin. Par me dikarîbû tiştinan bikire, lê îsal tiştek nayê kirîn. Li malê tiştek tune ye, xwedê aliyê me bike. Êdî ez nizanim ez ê bibêjim çi. Em bi hesreta her tiştî mane."    Asya Reyalê jî gazin ji fiyetan kir û got ku ew nikarin ji bo meha Remezanê tiştekî jî bikirin.    'MA PERE HEYE KU EM DANÛSTENDINÊ BIKIN'   Bûrhan Karadogan diyar kir ku di bêrîka wan de pere tune ye û ev tişt gotin: “Her tişt biha ye, goşt, fêkî û penîr pir biha ne. Tiştên ku me par bi 100 lîreyî dikirî, niha em wan bi 3 hezar TLyî dikirin. Sedema vê jî Tayyîp Erdogan e. Çareserî partiyên çep in. Partiyên rastgir hemû pere dizîn."   ‘2 KÎLO PENÎR 500 TL'   Mehmet Kara diyar kir ku piştî erdhejê ji Meletiyê hatiye Wanê û wiha got: “Her tişt biha ye, erdhej çênebûna jî me yê nikaribûna tiştek bikiriya. Ez duh çûm marketê, 3 kîlo mast 100 TL ye, bihayê her tiştî firiyaye. Meriv bi meaşê bijîşkan jî nikare debara xwe bike. Niha rewşa aboriyê pir xirab e, rewşa welatiyan pir xirab e. Li Wanê kes meaşê kêm jî nade, her kes bi meaşekî kêmtir dixebite. 2 kîlo penîr 500 TL, zeytûn 100 TL, ev mirov dê çawa bijîn? Êdî divê mirov keyayekî jî du caran nehilbijêre."   'ZILM E'   Enver Kartal jî anî ziman ku nikaribûne ji bo Remezanê tiştekî bikirin û got: “Ez kesekî teqawidbûyî me. Rewşa me nebaş e. Fiyet zilm in. Demildest divê em ji vê zilmê xelas bibin. Par baştir bû, em ditirsin sala bê xirabtir bibe. Hêvîdar im em careke din vê zilmê nebînin, êdî bes e."