Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya 2023-03-23 10:41:28   MEREŞ - Beşeke avahiyê mexdûra erdhejê Cennet Davulcu ya li Elbistanê ku rapora “kêmxesar” dabûnê piştî baranan hilweşiya.   Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de li navçeya Elbistanê hilweşîneke mezin çêbû. Di erdhejê de hinek mal nehilweşiyan lê belê ziyaneke mezin gihiştê. Piştî erdhejê xebatên tespîtkirina xesarê hatibûn destpêkirin lê van xebatan di serê mexdûrên erdhejê de rê li ber fikarên mezin vekir. Gelek mexdûrên erdhejê yên ku bo malên wan tespîta “kêmxesar” hatiye kirin, nikarin bikevin malên xwe.    Ji mexdûrên erdhejê Cennet Davulcu, di erdhejê de du birayên xwe, neviyên birayên xwe û zarokên xwe winda kir. Ji bo avahiya Davulcu, rapora “kêmxesar” hatibû dayîn. Lê belê beşeke mala wê piştî baranê hilweşiya. Xesarên piştî erdhejê di malê de çêbûn jî hêj mîna roja ewil disekinin.    ‘DÊ BIHATINA LÊ NEHATIN’    Davulcu, bi salan berê hevjînê xwe winda kir û bi tenê dijî. Di erdhejê de ziyaneke mezin gihişt mala wê û li banê mala wê yê ji axê av tê xwarê. Ji bo temîrkirina malê, serî li qeymeqamtiya navçeyê da lê li gel ku jê re hat gotin ku dê tîm bên şandin jî, ev bû 45 roj ku tu kesî gavek neavêtiye mala wê.    Dema em çûn serdana Davulcu, li ser banê malê bû, hewl dida banê malê çêbike û destên wê di nava heriyê de bûn. Dema em pirsa “Tu li wir çi dikî?” jê dikin, ew jî wiha bersivê dide: “Ma ez ê çi bikim, min konê li ser ban dikişand. Dê bihatina lê nehatin. Her devera malê dilop dike.” Davulcu nizane bê ka çend salî ye û li ser pirsa me dibêje; “Ji roja ji dayik bûm heta niha dijîm. Nizanim ka 70 salî me yan 80.” Wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji bin kon av dihat xwarê. Ez çûm min ew av bi destê xwe paqij kir. Min xwê jî anî. Min kon kişand, ax avêt wê derê û xwê jî avêt nav ku ziwa bibe. Ez hêj jî li benda kon im. Heke bişînin baş e, neşînin jî ma ez ê çi bikim.”    ‘HEKE AQILÊ MIN Ê NIHA HEBÛYA DÊ MIN MALEK BIKIRIYA’   Bi domdarî Davulcu wiha dibêje: “Ma berê xwendin hebû? Dema mirov digot; ‘em biçin xwendinê’, yekser digotin; ‘ma keç qet diçin xwendinê, ma keç dixwînin?’ û paşguh dikirin. Heke aqilê min ê niha hebûya dê min bo xwe malek bikiriya. Ez niha tenê pereyê pîrtiyê digirim. Ji lingên xwe, ji navtengê du caran emeliyat bûm. Ji ber gelek nexweşiyan, ji apandîsê, ji mîdeyê xwe emeliyat bûm. Tansiyona min heye, nexweşa dil im. Şekira min heye. Havînê hatin, lê nihêrtin û gotin; ‘em mehaneyê bo te girê bidin’ û çûn. Min nekarî biçim wergirim. Min herî dawî du meh berê wergirtibû.”    ‘MA EZ Ê BI KU DE BIÇIM?’   Di berdewamê de Davulcu diyar kir ku ji bo mala wê rapora “kêmxesar” hatiye dayîn lê tu deverên malê saxlem nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Carnan digirîm, carnan ji çûkan hez dikim, nan didim wan. Radibim ser pêyan û dibêjim ‘Ya Xwedê, Bismillah’ û dikevin nava cihan. Dibêjim; ‘Ey Xweda yê ku dide jî yê distîne jî her tu yî. Tu min ji dest û lingan neêxe.’ Ma ez ê wekî din çi bikim? Kolan, derve min ditirsîne. Teneke (sac) ji hev veqetiyan, axa wan hate xwarê. Ez ditirsim lê ma ez ê bi ku de biçim? Ez nikarim biçim cihekî. Li vê derê televîzyoneke biçûk hebû. Min ew temaşe dikir. Çawa gurmên ji dîwar hat, min got eywax. Ez rabûm ser xwe, min li dîwar nihêrt û dît ku avê jê diherike. Min teyşt danîn ber. Di şeveqa serê sibehê de hişyar bûm, derketim ser banî. Her ku min pelçiqand bêhtir bariya. Ber serê sibehê ve televîzyon ket. Ez hatim li vê derê rûniştim, demekî dirêj giriyam. Min got; ‘Ey Xwedê ez bi qurbanî te bim. Yê dixuliqîne tu yî, yê distîne tu yî, yê ku tîne tu yî. Tu çima min ceza dikî?’ Min got; ‘hemû kes di bin kavilên mala xwe de ma û mir. Te çima ez hiştim?’ Ez rûniştim û giriyam. Yê ku kişandî dizane. Dema bi şev erdhej çêbûyî ez ranebûm. Ax hate xwarê, dar çûn û hatin. Ji cihê xwe nelivîm û min wisa lê temaşe dikir. Dema serê sibehê erdhej çêbûy jî ez ketim nava heriyê. Yek kesî bi destê min negirt û ji nava wê heriyê dernexistim. Ev dever tevek bûbûn herî. Ez giriyam û min got; ‘heke keça ku min hebûya dê li min bigeriya.’ Kal nebin, canê xwe zêde bêzar nekin. Ma ez ê bi ku de biçim. Bû 40 sal ku ji gund derketime. Ev 10 sal in di vê malê de me. Ka ez çi bikim.”    MA / Yûsra Batihan