Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne 2023-03-24 09:01:44   ANTALYA - Mehmet Hayme yê di Girtîgeha Antalyayê de, behsa şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê kirin û ew bi "rêbazeke din a îşkenceyê" re rû bi rû ne.   Mehmet Hayme (41) ku di 6'ê nîsana 2016'an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hat binçavkirin, piştî îşkenceyeke bi rojan ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gimgimê ve bi îdîaya "Xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Hayme ku 7 sal in di girtîgehê de ye, di 20'ê kanûna 2022'yan de bêyî xwesteka wî ew ji Girtîgeha Bolûyê sirgûnî Girtîgeha Antalyayê ya Ewlehiya Bilind hatiye kirin. Hayme di nameya xwe de ku di 3'yê sibatê de şandiye, behsa şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehê kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yeko yeko rêz kirine.   Hayme di nameya xwe de aniye ziman ku tenê saet û nîvekê wan dibin hewadariyê û di her bloka girtîgehê de ku ji 5 blokan pêk tê û di her blokekê de 90 qawîş (ode) hene. Hayme diyar kiriye ku di her blokekê de qawîşên sê kesî û 400 hucreyên yek kesî hene. Hayme bal kişandiye ser hewaya Antalyayê ku biritûbet e, kincên xwe yên bi destan dişon li qawîşan radixin ji bo ziwakirin û gotıye ku lê di sê rojan de ziwa nabin.    Hayme daye zanîn ku heftê du caran û 2 saetan wan dibin atolyeyê û hefteyê saetekekê jî wan ji bo werzîşê ji qawîşê derdixin û wiha gotiye: “Ji bo 18 kesan hewadariyek çêkirine. Her sibeh komek diçe hewadariyê. Av qirêjî ye, rûn li ser heye û bêhneke nexweş jê tê."   ‘RÊBAZEKE DIN A ÎŞKENCEYÊ'   Hayme diyar kiriye ku ew di odeyên yekane de dimînin û wiha got: "3 korîdor li heman hewadariyê dinêrin. Di her korîdorekê de 6 heval di odeyên yekkesî de dimînin. Avahiya wê 3 qatî ye, 18 kes li hewadariyên cuda dinêrin. Ez û 2 hevalên min ên li odeyên kêlekê, em di şert û mercên giran de ne. Hema bêje rêbazeke din a îşkenceyê ye. Bifikirin, li be rpaceyan têl hene. Ger hûn bixwazin li derve binerin, hûn tenê dikarin 3 deqeyan lê binerin. Dema hûn lê dinêrin, li ber çavên mirov mij çêdibe."    Hayme diyar kiriye ku piştî saet 23.00'yan serê her saetê qawîşên wan tên kontrolkirin û di navbera qawîşan de pêwendî tune ye. Her wiha Hayme bal kişandiye ser tahdeya ku di dema serdanê de li malbatan tê kirin jî.