Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan 2023-03-24 09:01:55   MÊRDÎN - Polîsên ku yek jê zarok 2 kesên ku bi cil û bergên kurdî derb kirin, çendî dîmen hene jî gotin wan ew derb nekirine û gotin, "Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan."    Di 31’ê Kanûna 2022’yan de gava B.K. (16) û Huseyîn G. (18) bi cil û bergên kurdî ji serhineyê vedigeriyan li Kuçeya Canê ya Taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsên tevgera taybet ew dabûn sekinandin û li wan xistibûn. Ev lêdana polîsan di kamerayên kargehekê de jî derketibûn holê. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsên ku ji wesayîta zirxî dadikevin, li du kesan dixin. Di dîmenan de xuya dike ku polîs serê B.K. li wesayîta zirxî dixin û Huseyîn G. jî li erdê dirêj dikin û lê dixin. Piştî ku dîmen derketibûn holê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê giliyê polîsan kiribûn.   B.K. û Huseyîn G. di îfadeya xwe de diyar kiribûn ku gava polîs ji wesayîtê daketine gotine, "P...no ev çi cil in" û heqaret li wan kirine.    4 POLÎS HATIN TESPÎTKIRIN   Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê der barê tundiya polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin û 4 polîsên ku tevli tundiyê bûbûn hatibûn tespîtkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên polîs Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Murat Y. hatin wergirtin. Polîsên ku li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê îfade dan, çendî dîmen hene jî îdia kirin ku B.K. û Huseyîn G. yê 18 salî li ber wan rabûne.   Ji polîsên navborî Alî A. di lêpirsîna li dozgeriyê de îdia kiribû ku li seranserê navçeyê zêde dengê çek û fîşekên hewayî hatiye û got: "Wê rojê 6 çek hatibûn desteserkirin. Gava çekek dihat kontrolkirin, hat anoskirin ku êrişî komeke polîsan hatiye kirin. Nehat diyarkirin ku êrîş bi çekê an jî bi keviran hatiye kirin. Piştî ku ekîban alîkarî xwest, ji ber ku ê nêzî wê herêmê em bûn, em wekî 'unsûra Tofana 733' li herêmê hatin wezîfedarkirin. Dema em hatin herêmê 2 gumanbarên ku çav bi wesayîta me ketin, reviyan xwe bera kuçeyê dan. Me jî ji bo zevtkirina van kesan ku kuçeyan dest bi lêgerîn û lêkolînê kir."    Alî A. diyar kir ku piştî wextekê çav bi B.K. û Huseyîn G. ketine û îdiayên xwe wiha domandin: “Cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn û şewqeya bi amblema rêxistina terorê xistibûn serê xwe. Ser wan nepixandî bû. Me bi megafona di wesayita xwe de hişyarî da wan ku destên xwe bilind bikin. Lê guh li vê hişyariyê nekirin û bi ser me de hatin."    EM BI AWAYEKÎ DOSTANE JI HEV QETIYAN   Alî A. derpêş kir ku dema ji wesayîta zirxî daketine B.K. û Huseyîn G. xeber ji wan re gotine û gotine "hûn nikarin ser me kontrol bikin" û li ber wan rabûne. Alî A. got: “Dema ku min xwest ser Huseyîn G. kontrol bikim, wî bi pêlavên xwe li pêyê min xist. Tew pehînek jê li çoka min a rastê ket. Min jî ji bo hîn zêdetir pehînan navêje, min mudaxileyî wî kir." Alî A. di berdewama axaftina xwe de parast ku îfadeyên B.K. û Huseyîn G. îfadeyên, sêwirandî ne û got: "Roja bûyerê piştî ku me nasnameya van kesan kontrol kir em bi awayekî dostane ji hev qetiyan."   Mûrat Y. jî bêyî ku dora wan biguherîne hevokên Alî A. dubare kirin û parast ku tahde li B.K. û Huseyîn K. nekirine. Polîs Naîm K. û Fatîh Ş. jî heman tişt gotin.    Dozgeriyê ji ber giliyên B.K. û Huseyîn G. der barê polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin, lê ji ber îfadeyên polîsan jî der barê B.K. û Huseyîn G. de jî lêpirsîna "heqaretê" da destpêkirin, lê piştî wextekê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.   MA / Ahmet Kanbal