Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê 2023-03-24 11:09:17   MEREŞ - Ji mexdûrên erdhejê Hatîce Yucel ku ji piyê xwe astengdar e û nekarî xwarina paşîvê wergire, got ku bi saetan beriya fitareyê xwarina sar û nanê kartû li wan tê belavkirin.    Mexdûrên erdhejê yên li konbajarê Taxa Cumhuriyetê ya Elbistana Mereşê dimînin, duh bêyî ku paşîvê bixwin rojiya xwe girtin. Duh paşîv li mexdûrên erdhejê nehat belavkirin û bi saetan beriya fitareyê xwarin hate dayîn. Welatiyan rojiya xwe bi xwarinên sar vekirin.    Yek ji mexdûrên erdhejê jî Hatîce Yucel e ku ji lingê xwe astengdar e. Dilxwazan xwarina fitareyê bo Yucel birin. Yucel ku rojiya xwe bi birinc û xwarinên ron vekir, wiha got: “Ne xwarina paşîvê û ne jî ya fitareyê nedan. Ez rabûm paşîvê û min paşîva xwe bi çendek tiştên ji duh mabûn kir.”   DI TARIYÊ DE RÛDINE   Di konê de ceyran tune ye lewma Yucel di tariyê de rûdine. Ji bo ku di dema paşîvê de di tariyê de nemîne, Yucel finda xwe êvariyan vênaxe. Yucel, wiha qala pirsgirêkên xwe kir: “Bi tiştên xelkê yên kevin re niha dijîm. Ev qenepe jî hatibû avêtin. Min ew da anîn. Ji lingê xwe emeliyat bûme. Bi vî halê xwe di dora xwarinê de li ser pêyan têm sekinandin. Nikarim xwe li ser pêyan bigirim. Ev bû çend roj min serê xwe neşûştiye. Ji bo xelas nebin, ji tirsan peçeteyan bi kar nayînim. Di lingê min de protez heye. Di erdhejê de sobe bi ser min de ket. Min bi rojan nanê kartû xwar. Bo me xwarina paşîvê neanîn. Gotin dê saet di 03.00’an de nan bidin lê ew jî nedan. Em xwarina şîvê digirin û wê dixwin. Şevê din di paşîvê de me bîskuvî xwarin. Kesên dilxwaz alîkarî dan min.”    MA / Yusra Batihan