Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir 2023-03-24 12:53:36 MÊRDÎN - Dîmenên dema li Mêrdînê destdirêjî li zarokeke astengdar dihat kirin derketin holê. Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê gilî kir.    Li ser medyaya civakî dîmenên dema destdirêjî li zarokeke astengdar tê kirin hatin parvekirin. Li ser vê yekê Komîsyona Mafên Zarokan Baroya Mêrdînê gilî kir. Komîsyonê di serlêdanê de xwest ku kesên di dîmen de cih digirin û yên dîmen kişandin bên tespîtkirin û derheqê wan de kirarî bên destpêkirin.