Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket 2023-03-24 15:24:19   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê da zanîn ku li Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komên paramîlîter ên Heyet Tahrîr el Şamê de derket. SOHR’ê diyar kir ku di şer de 10 kes hatine kuştin.    Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di navbera koma paramîlîter a girêdayî dewleta tirk Heyet Tahrîr El Şam (El Nusra-HTŞ) û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer derket.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di şer de 5 leşkerên rejîmê û 5 endamên HTŞ’ê mirin û 6 leşkerên rejîmê jî birîndar bûn.    Li gorî SOHR’ê; endamên HTŞ’ê bi ser mewziyên Tûgaya 46’an a rejîma Sûriyeyê yên li rojavayê Helebê de girtin û pevçûn derket. Hat ragihandin ku piştî vê bûyerê, hêzên rejîmê bajarê Atarib ê di bin kontrola HTŞ’ê topbarann kir. Di pevçûnan de 10 sivîl jî birîndar bûn.