ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da 2023-03-24 23:22:20   ENQERE - Di Rapora Erdhejê ya Hatayê de ku ÎHD’ê weşand, hat diyarkirin ku sê rojên pêşîn ên erdhejê xebat ji bo lêgerîn û xelaskirinê nehatiye kirin û ji ber têrnekirina mudaxeleya bi lezgînî, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye.    Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ê Hatayê (ÎHD), rapora li ser Hatayê ku zerar ji erdheja Mereşê ya 6’ê Sibatê dît, amade kir.    Di raporê de îşaret pê hat kirin ku sê rojên pêşîn ên erdhejê AFAD, Heyva Sor a Tirk û Leşkerî û gelek saziyên dewletê têr ne li qadê bûne, her wiha hat diyarkirin ku Walîtî û Şaredariya Hatayê, şaredariyên Antakya, Defne, Samandag, Kirikhan û Altinozu maseyên krîzê bêyî koordînasyon bi rê ve birine, di xebata ji bo lêgerîn û xelaskirinê û peydekirina pêdiviyên din ên gel de ketine kêmasiyê û wiha hat gotin: “Me dît ku xebata ji bo lêgerîn û xelaskirinê qet têr nedikir. Dilxwaz û gel bi derfetên xwe hewil da ku kesan ji bin kavilan derbixin. Bi hezaran kesan telefon li AFAD’ê kir, daxwaz ji bo alîkariyê kir, me navnîşan dan, lê me tu nedît ku AFAD hat ser navnîşanên ku me dan. Ji ber ku têr alav û amûr, makîneyên kar ên giran nîn bûn gel û dilxwazan nekarî bi sedan kesan ji bin avahiyan derbixin."    MAKÎNEYÊN KAR LI DERVEYÊ BAJÊR HATIN RAWESTANDIN   Di raporê de hat diyarkirin ku du rojên pêşîn ên erdhejê tevî ku rêya der û dorê vekirî bûye û mirov kariye biçe her aliyê bajêr, makîneyên kar ên giran ku mirov kariye bi kar bîne, li derveyê bajêr hatine rawestandin û hat gotin ku komên lêgerîn û xelaskirinê yên navneteweyî ji AFAD, Heyva Sor a Tirk û Leşkerî û saziyên din ên dewletê zûtir tevgeriyane û cih di nav xebata ji bo lêgerîn û xelaskirinê de girtine.   JI BER KU ALÎKARIYA DESTPÊKÊ TÊR NEHAT KIRIN BI SEDAN KESAN JIYANA XWE JI DEST DA    Di raporê de hat behs hat kirin ku li derên erdhej lê çêbûye, pirsgirêka sî û starê û tenduristiyê nehatine çareserkirin û ji ber ku alîkariya destpêkê têr nehatiye kirin, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye.