Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan! 2023-03-25 09:03:27 HATAY - Li Erzînê ku şaredariya CHP'î got tu avahî lê nehilweşiyane û pesnê wê da, kon bi destê welatiyên ku xaniyên wan pir xesar dîtine nakeve. Konên ku qeymeqamtiyê dane jî, dilopan dikin.   Di erdhejên Mereşê de ji navçeyên Hatayê tenê li navçeya Erzînê avahî hilneweşiyan. Lê welatiyên ku avahiyên wan xesar dîtine di konan de dimînin û ev kon jî bi derfetên xwe danîne. Şaredarê CHP'î yê Erzînê ji ber ku li navçeyê tu avahî hilneweşiyabûn bi vê pesnê şaredariyê dabû. Lê 47 roj in ji bo welatiyên ku nikarin têkevin xaniyên xwe kon peyde nekirine.    KONÊN QEYMEQAM DILOPAN DIKIN   Çendî li navçeyê avahî hilneweşiyabin jî, lê gelek avahî pir xesar dîtine. Ji ber vê welatî di konan de dimînin. Li Taxa Bahçelîevlerê ji malbatên di konan de dimînin yek jê jî malbata Taylan e. Malbata Taylan diyar kir ku şaredariyê hê jî kon nedaye wan û got ku kona ku qeymeqamtiyê daye wan jî dilopan dike.    'BI HEVJÎNÊ XWE YÊ ASTENGDAR Û NEVIYÊN XWE RE DIMÎNE'   Ayşe Taylan diyar kir ku ji bo hevjînê xwe yê astengdar, kurê xwe, keça xwe û 4 neviyên xwe kon xwestiye, lê îna borî nû bersiva wan hatiye dayîn û got: "Konê ku qeymeqamtiyê da me dilop kirin. Hevjînê min astengdar e, keça min û 4 zarokên xwe li cem min in. Ji destê kê çi tê bila bike."    Taylan bi lêv kir ku ji ber vê çûne ketine kona hin kesên din û got ku ji ber ku kona qeymeqamtiyê dilop dikirin ew rakirine û got: "Kona ku qeymeqamtiyê roja înê da me, roja şemiyê di baranê de dilop kir. Ji ber vê em çûn ketin konê hin kesên din. Me cardin serlêdan kir. Lê qeymeqam xwe bi me xeydand, got 'Wa kon bi dest we ketiye, her kes kon dixwaze, lê bi dest kesî nakeve. Îja hûn radibin pê qayil nabin.' Em konteyner, kon an jî cihekî em karibin lê bihêwirin dixwazin."    MA / Mujdat Can