Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin! 2023-03-25 09:58:08 DÎLOK - Mexdûrên erdhej^eyên di meha Remezanê de di kon û holikan de meha Remezanê pêşwazî dikin rojiyên xwe bigirin jî beriya rojên berê dikin.   Welatiyên li herêmên erdhejê meha Remezanê di kon û holikan de pêşwazî dikin. Li Taxa Haltanli ya girêdayî navçeya Islahiye ya Dîlokê Hacer Dogan (68) û hevjînê wê Veysel Doğan (72) jî meha Remezanê li cihê ku weke êzingdank bikartînin pêşwazî kir. Malbata Dogan a di bin siya şopên erdhejê Remezan pêşwazî kir, zehmet be jî rojiyên xwe digirin.    BERIYA ROJÊN BERÊ KIRIN   Hacer Dogan anî ziman ku beriya erdhejê li mala xwe rihet paşîv amade dikirin û ji bo fitarê rehettir xwarinên xwe çêdikirin û wiha got: “Em niha li vir zehmetiyê dikişinin. Lavabo li derve ye. Berê me ji firinê nan dikirî, niha her tişt li cihekî din e. Ez nexweş im. Di pişta min de 6 platîn hene. Min li derve agir pêxist û xwarin li derve çêkir. Li vir xwarin tê belavkirin lê ez neelimîm. Ez bi xwe hewil didim hin tiştan bikim. Mala mirov bi xwe hebe wê cuda bibe.”   ‘EM HEWL DIDIN ROJIYA XWE BIGIRIN’    Veysel Dogan jî bi lêv kir ku xemgînî Remezanê pêşwazî dikin, li taxa wan mirovan jiyana xwe ji dest dan lê neçarin jiyana xwe bidomînin û wiha axivî: “Em li vir bi hev re xwarinê çêdikin. Pişta hevjîna min diêşe. Ez ji gurçik û mîdeyê xwe aciz im. Li vir bê ser û beriyek heye. Hin kes 3-4 caran alîkariyê digirin hin kes qet nagirin. Ji hin kesan re qertên dan û stendinê hatine dayîn ji hin kesan re nehatine dayîn. Niha kes nikare bikeve mala xwe.”   MA / Delal Akyuz