Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e! 2023-03-25 10:54:25 MELETÎ - Apartmana Sefa ya li navçeya Çermîktiyê ku rapora “xesara giran gihiştiyê” danê û qolonên wê teqiyan e û dîwarên wê werimîne, ji ber astengiyên burokratîk nayê hilweşandin. Avahiyên li bajêr di vê rewşê de bi erdhejokan hildiweşin.    Li Meletiyê tevî ku bi ser erdhejê re 48 roj derbas bûn jî avahiyên ku divê bên hilweşandin xetereyeke mezin didin afirandin. Li bajêr 44 hezar û 170 avahiyên hilweşiyayî û divê bi lezgîn bên hilweşandin hene ji van 133 hezar 194 beşên serbixwe hene. Ji ber xebatên ji bo hilweşîna avahiyên divê bi lezgîn bên hilweşandin hêdî tên kirin, avahî xwe bi xwe hildiweşin. Li bajarê ku erdhejok lê didomin, herî dawî Apartmana Sezer a 5 qatî ya li navçeya Çermîktiyê duh hilweşiya. Avahiya li ser cadeya mezin bû, dema hilweşiya ji ber kes li ser cadeyê nebû, kesê jiyana xwe ji dest neda.    TEVÎ XETEREYÊ JÎ DIKEVIN AVAHIYÊ    Apartmana Sefa ku rapora xesara giran gihiştiyê danê û li Kolana Keşşaf Dede ya Taxa Çûkûrdere ya navçeya Çermîktiyê ye yek ji van avahiyên bixeter e. Qolonên Apartmana Sefa ku 4 qatî ye û ji 8 daîreyan pêk tê perçe bûne. Li apartmana ku dîwarên wê ber bi derve werimîne, tevî hemû xeteriyê jî xwediyên malan dikevin hundir û tiştên xwe derdixînin. Şêniyên avahiyê ku hewl didin ji paceyan heta petekan û heta hesinên li banê avahiyê wergirin, guh nadin xetereya hilweşînê.    AVAHIYA KU QOLONÊN WÊ BELAVBÛYE NAHILWEŞE   Yek ji şêniyên taxê Mehmet Karahasan (40) ê diyar kir ku avahiya lê rûdine rapora kêm xesarê danê, anî ziman ku ji Apartmana Sefa ku li kêleka wê ye rapora xesara giran danê. Karahasan, da zanîn ku ji ber mala wan kêm xesar dîtî ye li wir rûdinin lê ji ber xetereya Apartmana Sefa ditirsin. Karahasan, bi lêv kir ku tevî ji bo Apartmana Sefa biryara hilweşînê hatiye dayîn jî dest bi hilweşîna wê nayê kirin û wiha got: “Beriya nîv saetê Apartmana Sezer a 5 qatî ku li kolana me ya jêr e hilweşiya. Ew avahî jî weke avahiya niha li cem me ye bû. Em dixwazin ev avahî demildest bê hilweşandin. Ewilî gotin ‘pêvajoya askiyê heye, em li benda wê ne’. Ne hilweşandin. Beriya 4 rojan dîsa hate gotin ku pêvajoya askiyê destpêkiriye lê dîsa nehilweşandin. Ev der xetere ye. Heke xwe bi xwe hilweşe wê zirarê bide avahiyên li derdora xwe. Dîsa mirov li ber vê avahiyê re derbas dibin. Ev jî xetere ye. Êvaran em nikarin li mala xwe bimînin. Qolonên avahiyê li ber çavan e. Ji bo kes jiyana xwe ji dest nede divê ev avahî demildest bê hilweşandin.”   ‘DIVÊ PROSEDUR BÊN LEZANDIN’   Fûat Şahîner ê di heman taxê de rûdine jî wiha got: “Ev avahî tevî biryara hilweşînê jî nayê hilweşandin. Kepçeyên wan jî amade ne lê deng ji kesê dernakeve. Em vê meha mubarek bikevin xaniyên xwe. Em li mala xwe ava xwe çaya xwe vexwin. Em bi tirsê dikevin mala xwe. Divê ev xetere ji holê bê rakirin. Divê prosedur bên lezandin. Ji xwe hejmara miriyên me zêde ne. Heke ev avahî xwe bi xwe hilweşe wê bibe sedemê windahiyên nû. Bêyî ku rewşeke wiha derkeve holê divê ev avahî were hilweşandin.”   MA / Omer Akin