‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’ 2023-03-25 10:58:41   AMED - Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Mervan Yildiz diyar kir ku girseya ciwanên herikîn Newroza Amedê xwedî li Ocalan derketin û niha di dorê de têkbirina siyaset şerxwaz a îktidara AKP-MHP’ê heye.    Îsal Newroz bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” hat pîrozkirin. Li Amedê bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn û daxwazên xwe qîr kirin. Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Mervan Yildiz beşdariya Newrozê nirxand. Yildiz destnîşan kir ku girseya ciwanan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwedî lê derketin. Yildiz anî ziman ku li qada Newrozê starta hilbijartina 14’ê Gulanê hatiye dayîn û di dorê de şandina îktidara AKP-MHP’ê ya şerxwaz heye.    ‘GIRSEYÊ XWEST DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Yildiz diyar kir ku li qadê peyamên hatin dayîn di qada siyasetê de hat fêmkirin û got: “Girseya pîrozbahî bi piranî ciwan bûn. Newroza Amedê her serdem peyamê hem dide siyaseta xwe û hem peyam dide îktidarê. Newroza Amedê reng û dengê xwe dide nîşandan. Îsal girseyek ciwan a polîtîk li qadê hebû û peyam û daxwazên xwe pir eşkere dan û gotin. Seranserî pîrozbahiyê xwedîderketin û dilsoziya bi birêz Ocalan re li qadê olan da û hat xwestin demildest tecrîd bê rakirin. Girseyê pir eşkere û bi zelalî destnîşan kir ku ‘hûn nikarin teşe bidin me’ da îktidarê. Tevî hemû astengî û dorpêçê jî gel herikî qadê û Newrozê pîroz kir û peyamên xwe da.”   Yildiz di dawiya axaftina xwe de malovaniya hemû beşdarên Newrozê kir û banga xwedî derketina têkoşîna li nasname, çand, ziman û siyaseta kurd kir.