Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye 2023-03-26 09:02:41 STENBOL - Nivîskar Mehmet Altan diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi nenîşandana namzetiya ji bo hilbijartinên serokkomariyê re berpirsyariyeke dîrokî hilgirtiye ser xwe û wiha got: "Yekane şertê xelasiya Tirkiyeyê ya ji vê dojehê, bi demokrasiyê tacîkirina komarê ye."   Ber bi hilbijartinên 14'ê gulanê ve partiyên siyasî jî lez dan xebat û kampanyayên xwe. Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi helwesta xwe bal kişandiye ser xwe, daxuyand ku dê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê xwe diyar neke. Rojnameger û nivîskar Mehmet Altan ku di 23'yê adarê de beşdarî civîna Lijneya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, biryara tifaqê ya ku bi armanca "guhertin û yekitiyeke li ser esasê wekhevî, azad, biratî, aştî û demokrasiyê" nirxand.   BERPIRSIYARIYEKE DÎROKÎ   Altan diyar kir ku partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de bi biryara navborî berpirsyariyeke dîrokî hilgirtine ser milê xwe û got ku hilbijartinên 14'ê gulanê ji bo her kesî xwedî girîngiyeke mezin in. Altan biryara tifaqê wiha nirxand: “Ev hilbijartin dê qedera hemû mafan diyar bike. Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP jî di nav de ye, bi nenîşandana namzetê serokkomariyê berpirsyariyeke dîrokî hilgirt ser xwe. Di vê wateyê de ez pêngava HDP'ê pir bi nirx û watedar dibînim. Niha Tirkiye di dojehê de ye. Ji ber vê yekê jî mijara herî bingehîn ew e ku deriyên vê dojehê bên girtin û welat di zûtirîn demê de ji vê hawirdora fetisîner û sotîner rizgar bibe. Tekane rêya pêkanîna vê jî gavavêtina bi hev re ye. Ez wisa difikirim ku divê bi çûna yê berê re, rêya avakirina jinûve bi yekîtiya hemû hêzan pêkan e. Meşa me ya bi vê aramncê pir girîng e û divê bê pîrozkirin."    Altan diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê jî pirsgirêka demokrasî û edaletê ye û wiha domand: "Ya ku em jê re dibêjin demokrasî hiqûq e. Niha li Tirkiyeyê pîvanên maf û hiqûqê ji holê rabûne. Ji ber ku tune ne, wijdan jî ji holê rabûye. Divê ev cardin werin. Demokrasî û edalet tê wateya pêkanîna maf û azadiyên bingehîn ên ji bo her kes. Ji zayinê heta mirinê mafên bivênevê yên mirovan hene, ev niha li Tirkiyeyê esas nayên girtin. Çavkaniya pirsgirêkên me yên sereke esasnegirtina van mafan e."   Di berdewamê de Altan destnîşan kir ku "Komara Demokratîk" bi pêkanîna maf û azadiyên bingehîn pêkan e û got ku ew yeqîn dike ku dê roja 14'ê gulanê heyama heyî bi dawî bibe û heyameke nû dest pê bike.    MA / Esra Solîn Dal