Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax! 2023-03-27 09:06:02   AMED - Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Şaxa Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku avahiyên qaçax ên li Amedê ji sedî 90 avahiyên bazirganiyê ne û got: “Li vir di navbera muteahîd û qeyûm de meseleya danûstandinê heye.”    Li Amedê avahiyên qaçax piştî erdhejên navenda wê Mereş bû çêbû carek din ket rojevê. Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê beriya erdhejan eşkere kiribû ku gelek avahî qaçax in û serî li dozgeriyê dabû. Walî û qeyûmê Amedê yê berê Munîr Karaloglû li ser vê yekê TMMOB’ê kir hedef. Têkildarî van avahiyên qaçax tu gav nehatin avêtin. Di erdhejê de derket holê ku hin avahiyên hilweşiyane qaçax in. Derket holê ku ji 7 avahiyên li Amedê hilweşiyan, avahiyên bi navê SerÎn, Işik, Yoldaş û Sozel ên ku ji sedan welatî re bûn goristan, qaçax in. Hat tespîtkirin ku ev avahî di çarçoveya Efûya Îmarê de hatine çêkirin.    LÊPIRSÎN NEHATINE DESTPÊKIRIN    Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Şaxa Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku destûra ji bo avahiyên qaçax ku hatiye dayîn sedema wê rant e û bi hatina qeyûman re ji sedî 70’ê avahiyên ku li Amedê hatine çêkirin qaçax in û ev rewş xwe di raporên Sayiştayê de jî xwe dane der. Korkmaz got di raporên Sayiştayê de derketine holê lê belê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    'MUTEAHÎD Û QEYÛM DANÛSTANDINÊ DIKIN’    Korkmaz destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan beşek mezin a avahiyên qaçax bi armanca bazirganiyê hatine çêkirin û got: “Xanî ango avahiyên ji bo hêwirînê ji avahiyên ji avahiyên bazirganiyê hindiktir in. Li bajarekî heke ji sedî 90’ê avahiyan bi armanca bazirganiyê bin, tê wê maneyê ku rant li wir heye. Li vir di navbera muteahîd û qeyûm de meseleyek danûstandinê heye. Ji bo vê yekê ev her du pir xwe girê didin hev û dengê xwe ji tiştên hev nebaş re nakin. Me têkildarî avahiyên qaçax nivîsan ji qeyûm û Wezareta Derdor û Bajarvaniyê re nivîsand. Lê tu bersivê nedan me. Ev rewş dike ku li bajêr avahiyên qaçax zêdetir bin.”