Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin 2023-03-27 11:10:52 STENBOL - Dilxwazên HDP û Partiya Çep a Kesk ên Ewropayê bi mebesta piştgiriya bi xebatên hilbijartinê re, Haydê Ewropa ava kirin. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin: “Em bi tenê nînin, bi hev re ne.”    Dilxwazên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên li derveyî welat, ji bo piştgiriya bi xebatên hilbijartinê re, Tora Ragihandina Demokratîk a Gelan (HADÎ) Ewropa ava kirin. Komê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weşaneke zindî kir û avakirina xwe ragihand. Di nava komê de li gel kesên demekî dirêje li Ewropayê dijîn, her wiha siyasetmedarên HDP’î, akademîsyenên aştiyê, rojnameger û hunermendên di demên dawî de neçar man biçin derveyî welat jî cih digirin.    Daxuyaniya damezirandinê ji hêla 9 kesên li Almanya, Swêd, Fransa û Swîsreyê ve di weşana zindî de hate xwendin. Her wiha dilxwazên HADÎ Ewropa yên li welatên weke Yewnanistan, Hollanda, Îtalya, Awûstûrya, Danîmarka, Ingilistan û Qibrisa Bakur jî di nav de ne. Daxuyanî ji hêla yek ji şoreşgerên Nifşê 68’an Latîfe Fegan, ji Akademîsyenên Aştiyê Çetîn Gurer, siyasetmedara alman Aynûr Karlikli (Dîe Lînke), endama Meclisa Şaredariya Edeneyê ya HDP’ê ya berê Leyla Uyar, femînîst Perîhan Baçaru, aktîvîsta LGBTÎ+ Elefterîa Taş, akademîsyen Tugçe Oklay û Selîm Eskîîzmîrlî ve hate xwendin.    BANGA TEVLIBÛNA DILXWAZAN   Daxuyanî bi sernavê “HADÎ Ewropa” hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo berxwedana li dijî hewldanên AKP’ê yên ji bo girtina HDP’ê, divê hejmara dilxwazên HDP’ê zêde bibe. Her wiha hat destnîşankirin ku ji 3 milyon hilbijêrên derveyî welat gelemperiya wan deng nadin û ev tişt hatin gotin: “Di dîroka welêt de girîngtirîn hilbijartin dê were kirin. Ji bo tevlibûna hilbijartinê zêde bibe, beşdarbûna gel girîng e. Banga me ji bo her kesî ew e ku tev li koma HADÎ Ewropa bibin. Her kes dikare xwe li ser maşoera înternetê û hesabên medyaya civakî xwe bigihînin me.”    NIFTEYA DEMOKRASIYÊ   Bi domdarî hat gotin ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk û ji bo çareseriyeke birûmet, çareserkirina pirsgirêka nifteya demokratîkbûna Tirkyeyê ye. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lewma ne tenê ji bo rizgariya ji vê îktîdara faşîst lê di heman demê de ji bo îktîdara piştî wê bikara polîtîkayeke aştiyane û birûmet têxe meriyetê, dê têkoşîna me bidome. Ji bo têkbirina faşîzmê û serkeftina demokrasiyê, ji bo kesek ji ber nasnameya kesekê din xwe mezintir nebîne, ji bo kesek zayenda xwe ji zayendeke din mezintir nebîne, ji bo xweza neyê talankirin û ji bo jiyaneke wekhev, azad, adilane û demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çep a Kesk ku wê îşaret pê kiriye, bo me tevan şenseke dîrokî ye. Peywira me ya ewil têkbirina dîktatoriya yekzilamî ya Erdogan û îktîdara faşîst e lê ev bi tena serê xwe bes nake. Ji bo komar di sedsala xwe ya duyemîn de demokratîk bibe, divê em têkoşîna xwe bidomînin. Hem îktîdar û hem jî muxalefet HDP’ê krîmînalîze dike û di rewşeke wiha de divê em weke HDP’iyên li Ewropayê dijîn, piştevaniyê mezintir bikin.    HADÎ EWROPA    Em dibêjin ‘HADÎ Ewropa.’ Ji bo ku HDP’a ku biryar da dê bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê li Ewropayê bêhtir belav bikin, em Tora Ragihandinê ya Demokratîk (HADÎ) ava dikin. Em wisa bawerin ku dê di vê serdema krîtîk de di navbera dostên HDP, Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê de bibin pirek. Tora me ji bo her kesî vekiriye. Em bi tenê nînin, bi hev re ne.”    Her wiha Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena jî tev li weşana zindî bû û têkildarî pêvajoya hilbijartinê û pêşketinên di nava tifaqê de agahî dan û pirsên beşdaran bersivand.