Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket 2023-03-27 14:58:56   EDENE - Li navçeya Seyhanê agir bi konê ku mexdûrê erdhejê bo xwe vegirtibû ket.    Yek ji bajarên ku di erdhejên Mereşê de ziyan gihiştiyê jî Edene ye. Mexdûrekî erdhejê ku di erdhejê de ziyan gihiştibû mala wî ya li Edeneyê, li taxa Fevzîpaşa ya Seyhanê ji xwe re kon vegirtibû. Ji ber sedemeke nediyar, agir bi konê welatî ket.    Di demekî kin de agir bi tevahiya kon ket û li konê bazarvan a li kêlekê jî belav bû. Esnafên bazarê bi derfetên xwe agir vemirandin. Di şewatê de xisarên madî çêbûn.