Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî! 2023-03-27 15:30:32   AMED - Derket holê di nav polîsên ku li Licê îşkence li Y.D. kirine de Aykut Oral amire emniyetê ye û balkêşe ku îfadeyên binakokî daye.    Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê 21’ê Adarê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî digirin û îşkence lê dikin û lê ferz dikin ku ew çêrî kurdan bike û sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk jiber bike. Ji van 5 polîsên ku îşkence lê kiribûn s3 polîs duh hatin girtin.    Yek ji polîsên ku di nav tîma îşkenceyê de bûye jî Aykut Oral e ku amire emniyeta Licê ye. Derket holê ku îfadeyên Oral binakokî ne. Dadgeriya Licê Aykut Oral ê amirê emniyetê û polîs Hayrettîn Çakmak berda û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan û Gokhan Bay ji tawanbariya “birîndarkirina bi qestî” da girtin.    ‘DI CIVÎNA EWLEHIYÊ DE BIRYAR HAT GIRTIN’    Aykut Oral ê îşkence li zarokê kurd kir, tawanbariyê li ser xwe red kir. Oral ê îşkencekar di îfadeya xwe de dibêje ku wan di civîna ewlekariyê ya ku qeymeqam û hemû berpirsên saziyên dewletê tev li bûne biryar girtine ku zarok tev li xwepêşandanên civakî nebin û zarokan ji çalakiyan dûr bixin. Oral îdia dike ku ji bo zarokê mexdûr ji “bûyerên Newrozê” dûr bikin wî desteser kirine û derbarê wî de karûbarê îfadeyê kirine û berdane. Oral ê îşkence li zarok kir xwe bi hevokên jorê parast û dibêje, “tekane xeta min ew e ku bêyî karûbarê îfade girtinê bikim, divê me zarok berdaba.”    QAŞO ZAROK JI KEVIRAN PARASTIN E!    Polîsên din ên îşkencekar jî di îfadeya xwe de îdia kirine ku ji bo zarok ji dar û beran biparêzin wî desteser kirine û xistine hundirê wesayîta zirxî. Polîs ji bo xwe rizgar bikin îfadeyên mîna ku îşkence li zarok nekiribin dan û îdia dikin ku zarok li dijî wan derketiye û wan jî hêza biqademeyî bikaranîne. Polîs dibêjin ku gunehên wan bi zarok hatiye û wî li cihekî nêzî kîlometreyek derveyî navçeyê berdane. Polîsên tawanbar îdia dikin ku Y.D. ji ber kevirên hatine avêtin birîndar bûye û îşkenceya li zarok kirine û gotinên zarok ji nedîtî ve hatine. Polîs îdia dikin ku wan bi qûndaxa tivingê li zarok nedane.