KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir 2023-03-27 20:58:08   NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê biryara xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî heya roja hilbijartinê taloq kir.    Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, daxuyand ku wan biryara xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî heya roja hilbijartinê taloq kiriye.    Hozat ku beşdarî Medya Haber TV'yê bû got: "Me biryar girt ku em çalakiyên xwe yên leşkerî heya hilbijartinê bidin sekinandin."    KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî piştî erdhejên Mereşê girtibû. Lê tevî vê biryarê jî Tirkiyeyê heya niha gelek caran êriş biriye ser Herêma Kurdistana Federe.