Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist 2023-03-28 09:02:25 MELETÎ - Mişmişên Meletiyê ku erdhejê li wan xist, niha jî bandorê ji baranê digirin. Hilberîneran bilêv kir ku divê mişmiş bibin bereke pîşesaziyê û xwestin dewlet xwe bide ber xisara wan.    Li gorî daneyên Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ji sedî 23,4'ê qada hilberîna mişmişên cîhanê li Tirkiyeyê ye. Tirkiye bi 95 hezar ton hilberana mişmişên hişk ji sedî 54'ê hilberînê peyde dike û di vî warî de li cîhanê di rêza yekê de ye.    Bazirganiya mişmişan ku çavkaniya sereke ya debara şêniyên Meletiyê ye, bandor ji erdhejê girt. Li gorî daneyên Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê, li bajêr 250 dikan hilweşiyane û hezar ton mişmişên hişk di bin kavilan de mane. Ji ber erdhejê bazirganiya mişmişan ev demekê sekinî. Lê piştî ku hêdî hêdî birîn tên cebirandin piyaseya mişmişan jî cardin dest pê kir.    BANDORA BARANÊ   Ji ber qeşayê 2 sal in berdariya mişmişan kêm bûye û îsal jî ji ber erdhejê û şert û mercên nebaş ên hewayê bandoreke neyînî ya gelekî mezin gihiştiye wan. Li gundê Mahmûtlarê yê navçeya Yeşîlyûrtê cotkar Kemal Gedîk behsa pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin kir.    Gedîk anî ziman ku ew bi 3 birayên xwe re karê mişmişan dike û got ku ji ber darên wan ên mişmişan pîr bûne nêzî 10 hezar dar birîne û li şûna wan hin darên din danîne. Gedîk diyar kir ku niha li nav 50 donim erdê wî 500 darên mezin hene û got ku îsal pirsgirêka wan a herî mezin şert û mercên hewayê bûye. Gedîk bilêv kir ku diviyabû darên mişmişan di vê demsalê de kulîlk vekirana, lê ji ber ku dinya zû germ bûye darên wan zû kulîlk vekirine û got ku her wiha ji ber li bajêr baran zêde bariyaye bandoreke nebaş li darên wan ên kulîlk vekirine kiriye.    NEXWEŞÎNA MONÎLYAYÊ   Gedîk ku got "Dema bişkivînê di demeke hişk de çi qas dirêj biajo, dema wê ya fêkîdayinê jî ew qasî zêde dibe" ev tişt gotin: "Lê îsal bi vekirina kulîlkan re baranê dest pê kir. Ev hefteyeke baran dibare. Gava di dema vekirina kulîlkan de baran bibare, tozkulîlk nafirin û ji ber ku nikarin tozê rakin ew kulîlk nabin fêkî. Xemgîniya me ya herî mezin ew e ku kulîlk veneguherin fêkiyan. Hewaya bibran tenê vê yekê asteng nake. Di heman demê de nexweşîna monîlyayê jî bi xwe re tîne û ev nexweşîn dibe sedema rizandina nava mişmişan û daran hişk dike. Dara ku bi vê nexweşînê bikeve 5-6 salan ber nagire. Darên me îsal bi nexweşîna monîlyayê re rû bi rû ne. Bi germbûna dinyayaê re dermankirinê divê, lê wê çi qasî bi bandor be em nizanin."    Gedîk bibîr xist ku Meletî paytexta mişmişan a cîhanê ye û got: “Bi erdhejê re xisareke mezin çêbû. Em ji erdhejê pir bandor bûn, lê em ê ji nû ve ava bikin. Em ê dev ji Meletiyê bernedin. Ger serobino bibe jî em ê dest jê bernedin. Ji lew re em li vê çêbûne û em li vir mezin bûne. Tenê hêviyeke mirovan hebû. Wê darên mişmişan ber bigirin û wê ji nû ve xaniyên xwe çêbikin. Lê bi vê baranê re ew hövi ji nema. Bi taybetî li hewzeya Firatê, Yeşilyürt, Baskil, Kale, Battalgazi, Yazihan û hin deverên Akçadagê, mişmiş nemane."   BERTEK   Emrah Agçelîk (42) ku debara xwe bi ekspertîziya mişmişan dike jî anî ziman ku bi erdhejê re bazara mişmişan bi temamî sekiniye. Agçelîk diyar kir ku çendî mişmiş bereke pîşesaziyê ye jî, lê astengiya herî mezin a li ber bazariya mişmişan ew e ku hikûmet mişmişan wekî bereke pîşesaziyê qebûl nake û got: “Me nikaribû vê bi hikûmeta AKP’ê bide qebûlkirin. Lewma mişmişên me nayên biqmîetkirin. Beriya erdhejê borseya mişmişan hejmara ku diyar kiribû 140-150 TL bû, lê bi 95-100 lîreyî ji cotkaran tê stendin. Piştî erdhejê borse 150-160'î dide, lê bi 110-120'î ji cotkaran distîne. Erdhej bi xwe karesateke mezin e. Bi vê karesatê re hemû bazirganiya me rawestiya. Niha tevgerek piçûk heye."    Agçelîk bi bîr xist ku hezar ton mişmişên hişk di bin kavilan de mane û wiha got: “Beriya her tiştî divê hikûmet vê yekê bi cih bîne. Ji xeynî vê, mişmişên di embaran de jî hene. Bi erdhejê re ev mişmiş ji qaseyan rijiyan. Tevlihev bûne. Divê ev zirar bê telafîkirin."   MA / Omer Akin