Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin 2023-03-28 11:11:09   ÎDIR - S.F.A’yê afgan ku li GGM’ya Îdirê êrişa zayendî lê hate kirin, tevî gilî kir jî derbarê faîlan de kirariyek nehate kirin. S.F.A. bi faîlên êrişa zayendî kirin re li heman cihî tê ragirtin.    S.F.A.’yê afgan ê 18 salî yê li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Îdirê tê ragirtin, rastî êrişa zayendî ya N.A. H.A. A.G û B.M ku bi wî re li heman cihî tên ragirtin hat. Piştî du buyerên erişa zayendî yên cuda ku di 6 û 7’ê adarê de pêk hatin, S.F.A tiştên bi serê wî hatin bi rêya hevalekî xwe yên bi tirkî dizane ji karmendên GGM’yê re vegot.    Girteka ji aliyê karmendên GGM’ê re hate girtin, di heman rojê de ji tîmên cendermeyan re hate ragihandin. Cendermeyên hatin GGM’ê bi S.F.A yê tirkî nizane re bêyî tercuman hebe hevdîtinek kirin û rapora “mexdûr gazinker nîne” girtin û ji wir çûn.    FAÎL SERBEST IN    Parêzerên ku ji êrişa zayendî ya hate jiyîn agahdar bûn, piştî bi S.F.A. re hevdîtin kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îdirê dan û gilî kirin. S.F.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji aliyê N.A , H.A. , A.G. û B.M. ve rastî êrişa zayendî hatiye û gef lê hatine xwarin.    Li ser îfadeya S.F.A. , A.G. û B.M. ji aliyê tîmên cendermeya ve gazî îfadeyê hatin kirin. A.G. û B.M. piştî kirariyên îfadeyên cendermeyan, bi fermana dozgeriyê dîsa derbarê wan de tu kirarî nehatin kirin û şandin GGM’ê.    S.F.A. bi faîlên êrişa zayendî re li heman cihî tê ragirtin.