Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin 2023-03-28 14:28:02   STENBOL - Rojnamevan Dîlan Oynaş ku 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û tevî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan, cara çaremin înfaza wê hate şewitandin û berdana wê 6 mehan hate dirêjkirin.    Rojnamevan Dîlan Oynaş a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye, tevî ku di 26’ê Nîsana 2022’yan de cezayê lê hatiye birîn xelas bûye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê li girtîgehê tê ragirtin.    Lijneya ku Oynaş di 27’ê nîsana 2022’yan de bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berneda di 21’ê tîrmeha 2022’yan de berdana wê cara dûyemîn nirxand. Lê vê carê jî înfaza Oynaş a ji ber “poşmantiya” lê hate ferzkirin qebûl nekir 6 caran hate dirêjkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ku di 21’ê çileyê de cara sêyemîn kom bû, bi hinceta cezayê dîsîplînê yê li Oynaş hatiye birîn cara sêyemîn înfaza wê taloq kir.    CARA ÇAREMÎN HATE ASTENGKIRIN   Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya duh cara çaremin kom bû, vê carê jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, berdana Oynaş asteng kir û înfaza wê 6 mehan dirêj kir.    Lijne wê di 29’ê nîsanê de careke din kom bibe û biryarê bide.