‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin' 2023-03-29 09:02:29   SEMSÛR - Mexdûra erdhejê Gulay Ûnûtmazê hilbijartinên ku dê di 14'ê gulanê de çêbibin bibîr xist û wiha got: “Gel dizane wê çi bike. Bajar bi tenê hat hiştin, bila ji bîr nekin."   Li Semsûra ku erdhejê bandoreke mezin lê kir, çend roj berê lehî rabû û ev mexdûriyeta gel zêdetir kir. Gulay Ûnûtmazê ku xaniyê wê yê li Tenîmahalleyê hilweşiya, anî ziman ku wê serî li Walîtiya Semsûrê û AFAD'ê daye ji bo kon, lê piştî 34 rojan kon gihştiye wan û konê hatiye jî potik bûye. Ûnûtmazê da zanîn ku bi lehiyê re konê wan di bin avê de maye û bi rojane konteynerê dixwazin lê hê jî konteyner nedane wan.    KON DI BIN AVÊ DE DIMÎNIN   Ûnûtmazê anî ziman ku piştî lehiyê konê wan di bin avê de maye û wiha got: "Gava baran dibare em bi saetan bi konê re mijûl dibin. Bi rojan e hundirê konê me şil e. Kon potik e û dilopan dike. Em çûn walîtiyê, me konteyner û kin xwest. Nedan, gotin na. Ji sê cihan dilopan dike. Gava baran dibare kon di bin avê de dimîne. Em 3 kes di konê de dimînin. Keyayê gund bi rojan got 'kon tune ye.' Dewletê alîkariya me nekir. Ewilî ji Êlih, Riha, Wan, Colemerg û Amedê hatin. Ewilî ew bi hawariya me de hatin. Em bi saya hevalên xwe di konan de dimînin. Ji ber ku 34 rojan kon nedan me, em 15 kes di konteynera xwişka min wan de man."    'GEL DIZANE DÊ DI 14'Ê GULANÊ DE ÇI BIKE'   Ûnûtmaz destnîşan kir ku di erdhejê de apê wê, keça meta wê û neviyê wê jiyana xwe ji dest dane û got ku bi rojan bi cenazeyan re mijûl bûne û ji bo şîna xwe deynin konek jî tune bûye. Ûnûtmazê hilbijartinên 14’ê Gulanê bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila gel bibîne û bîne bîra xwe ka çi hatiye serê wan. Bila vê karesatê û tiştên hatine serê wan ji bîr nekin. Kon jî nedan mexdûrên erdhejê. Bila gel van tiştan bîre bîra xwe û wiha biçe ser sindoqan. Wan her tişt dît. Ewqas mirov jiyana xwe ji dest dan. Gel dizane wê çi bike. Bajar bi tenê hat hiştin, bila ji bîr nekin."    MA / Zerrîn Sargût