ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-08 09:00:15     * Der barê Ahmet Mayûkê ku bi keviran êriş bir ser avahiya HDP'a Çûkûrovayê bi sûcê "zirardayîna li mal" doz hat vekirin. Her wiha di îdianameyê de jat diyarkirin ku hardîska ku dîmenên kamerayê lê hatine barkirin xera bûye û dîmen jê çûne.    * Malbatên girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang kirin ku deriyên girtîgehan bên vekirin.    * Meryem Orûç ku di sala 1992'yan de 3 mehan hatiye îşkencekirin diyar kir ku ger ew ev îşkence jibîr kiribin jî lê xewnên wê tu carî ew ji bîr nekirine û got ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke.    * Tifaqa Cumhûrê dixwaze qanûna bi hejmara 6284'an betal bike. Parêzer Sumeyye Gultekîn Aykût ku bertek nîşanî vê yekê da, got: "Betalkirina qanûnê bi awayekî eşkere tê watey rewakirin şidetê."    * Daîreya Îhtisasê ya Trafîkê ya ATK'ê, destnîşan kir ku qeymeqam Server Sînanoglû ku li Amedê pêl zarokekî 13 salî kiribû û ew kuştibû, leza wesayîta wî 2 qatan di ser ya asayî re bûye.    * Li herêma Serhedê di hilbijartina herî dawî de ji 2 milyon 398 hezar hilbijêran 410 hezar kesî dengê xwe bikar neaniye. Heke beşdariya hilbijartinê zêde bibe û kêmbûna dengê îktidarê dê encaman biguherîne û Partiya Çep a Kesk herî kêm 10 parlamenteran bi dest bixe.    * Bavê Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û cara 4’emîn înfaza wê hate şewitandin, Vahap Oynaş, ê girtîgehan weke “malên îşkenceyê” penase dike diyar kir ku bêhiqûqiya li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 747’emîn de berdewam bike.    * Navenda Giştî ya OHD’ê bi dirûşmeya “Em tecrîdê dişikînin û hiqûqa azadîxwaz ava dikin” 3’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî wê li avahiya Yekitiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB) li dar bixe. (11.00) * Tifaqa Ked û Azadiyê wê helwesta xwe ya li ser hilbijartin û metna lihevhatina polîtîk li Yekitiya Mulkiyeyiyan ragihîne. (11.00) ZINDΠ   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin dê di hefteya 941'emîn de çalakiya xwe online berdewam bikin. (12.00)   * ÎHD, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevin a Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wê tev li civîna gel a li ber avahiya partiyê ya li Şirnexê were lidarxistin bibin. (13.00) ZINDΠ   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Şaxa ÎHD'a Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê çalakiya xwe 576'an a "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin wê li ber avahiya komeleyê pêk bînin. (13.30)   * Partiya Çep a Kesk bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê li navçeyên Seyhan, Ceyhan û Tarsûsê buroyên hilbijartinê veke. (15.00-21.00)