Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin 2023-04-08 09:15:21   ŞIRNEX - Malbatên girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang kirin ku deriyên girtîgehan bên vekirin.    Desthilata AKP-MHP'ê her diçe polîtîkayên xwe yên der barê girtîgehan de dijwartir dikin û li girtîgehan nafan li ser mafan binpê dikin. Êrîş, zext û îşkenceyên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Girtî ji mafên xwe yên dermankirinê bêpar tên hiştin. Malbatên girtiyên nexweş îşaret bi hilbijartinên serokkomariyê û parlementoyê yên 14'ê Gulanê kirin û ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin.    'EM Ê TECRÎDÊ RAKIN'   Îsmail Tanboga ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ye ji mideyê xwe nexweş e û bi alikariya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne. Dayika wî Kumriye Tanbogayê anî ziman ku di vê hilbijartinê de firsendeke mezin ddi estê gelê kurd de ye û got ku divê mifteyê ji destê desthilatê derxin û deriyên girtîgehan vekin û wiha axivî: "Daxwaza me ji vê hilbijartinê ew e ku zarokên me azad bibin û bên tedawîkirin. Kurê min di 15 saliya xwe de hat girtin û ev 8 sal in di girtîgehê de ye. Em jî heqê dixwazin. Em heqê doza xwe dikin. Weke her gelekî em jî zarokên xwe li cem xwe dixwazin. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizîn. Em ê di vê hilbijartinê de vê tecrîda li ser girtiyan rakin. Divê em li hev xwedî derbikevin. Divê em malbat xwedî li zarokên xwe derkevin. Hêviya me ew e ku ev hilbijartin bibe sedema vekirina deriyên girtîgehan. Em ê bi destûra xwedê di 14'ê Gulanê de zarokên xwe ji van girtîgehan derxînin. Bila gelê kurd hemû rabe ser pêyan û vê desthilat AKP'ê û MHP'ê hilweşîne da ku emkaribin deriyên zindanan vekin, zarokên xwe azad bikin. Ji vê zilmê re bes e. Di vê hilbijartinê de bila gelê kurd hemû destê xwe bidin hev û rabin ser pêyan û wê mifteyê bi dest bixin û deriyên girtîgehan vekin."   'BILA EV ZILM RABE'   Hatîce Yûsûfoglû, dêya Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de ye, bi lêv kir ku hêviya wan ji vê hilbijartinê heye ku desthilata zilimkar biçe û zarokên wan azad bibin û got: "Ev 4-5 sal in min kurê xwe yê girtî neditiye. Di her çûyina hevdîtinan de em gelek nêçar dibîn. Ji ber ku ez nexweş im ez nikarim biçim. Kurê min jî nexweş e. Ev bi salan e em daxwaz dikin ku wî bînin girtîgehe nêzikî me, da ku em karibin biçin hevdîtinê. Ji ber ku dûr e ez nikarim biçim hevdîtinê."   Yûsûfoglûyê destnîşan kir ku ew edaletê dixwazin û got: "Ji vê hilbijartinê daxwaza me ew e ku deriyên girtîgehan vebin. Desthilateke ku edeleta wê hebe û vê xwînê bide sekinandin bê. Kurê min ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Di van 28 salan de zilm roj bi roj zêdetir bû. Roj bi roj îşkenceya li ser wan zêdetir bû, roj bi roj cihê wan nexweştir bû. Di vê desthilata AKP-MHP'ê de me malbatên girtiyan yek ereniyek nedît. Bi hezaran mirovên bêsuc girtin û avêtin girtîgehan. Em ji vê hilbijartinê daxwaz dikin ku her gelek bi zimanê xwe û nasnameya xwe bijî. Em dixwazin ev zilm rabe. Kî vê zilmê bi dawî bike û edeletê mayinde bike em dixwazin ew bibe desthilat. Em dixwazin ku ev desthilat biguhere. Hêviya me heye ku di vê hilbijartinê dê deriyên girtîgehan vebin."    'BILA KURD DENGÊ XWE NEDIN KISÎKEKE MEQERNEYÊ'   Meryem Îverendî, dayika du girtiyên nexweş Abdurrahman Îverendî û Botan Îverendî diyar kir ku hêza gelê kurd heye ku îktîdara AKP'ê û MHP'ê bişîne û got ku mifteya deriyên girtîgehê di destê her kurdeki de ye û ev tişt anî ziman: "Hêviya me ji vê hilbijartinê ew e ku Erdogan biçe, biçe û biçe. Du zarokên min yên girtî nexweş in. Min dîtiye nedîtiye em li ber deriyên girtîgehan e. Em perîşan dibin. Her cara em diçin girtîgehê em di lêgerînê re derbas dibin. Ji serî heta binî lêgerînê dikin. Em ewq asî rê diçin, tenê em 10 deqîqeyan dikarin zarokên xwe bibînin. Siyasetmedarên me, nivîskarên me, rojnamegerên me hemû bêsûc û bêgûneh hatin girtin. Ji tirsa kurdan wan bernadin. Ev zilm, zordarî û îşkenceya ku li me dikin êdî nayê qebûlkirin. Em ji gelê kurd rica dikin ku di vê hilbijartinê de destê xwe bidin destê hev û em dengê xwe bidin xwe. Bila dengê xwe bidin partiya xwe. Em ê heta kengî koletiyê bikin? Bila dengê xwe nedin kîsikeke meqerneyê. Erzaq dê xelas bibe, komir dê xelas bibe lê şeref û namûsa mirovî xelas nabe. Bila gelê kurd şeref û namûsa xwe nefiroşe. Em hêvî dikin ku kesên ku heta niha gelê xwe firotine bi kîsikeke meqerneyê ji wê rêya şaş vegerin. Serkeftin ji me hemûyan re. Bi destûra xwedê dê AKP biçe gel dê bê."    'EV HILBIJARTIN HILBIJARTINA SERKEFTINÊ YE'   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Cizîrî, hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz ê di Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê de û platîn di pişta wî de heye û ji mîdeya xwe nexweş e, bi lêv kir ku ev hilbijartin hilbijartina hesbapirsîna ji vê desthilatê ye û got: "Em dixwazin ewilî deriyên girtîgehan vebe. Ev jî bi çûyina vê desthilatê pêkan e. Em dixwazin ev desthilat hilweşe. Divê ev desthilat bê guhertin û nema li wê kursiyê rûnê û biçe. Hêviya me heye ku di vê hilbijartinê de, dê tiştên xweş çêbibin. Me di serdema desthilata AKP'ê de gelek zehmetî dîtin. Gelek îşkence û zilm li girtiyan kir. Girtî ji mafên xwe bêpar hatin hiştin û nehatin tedawîkirin û heta ku ji wan hat girtiyên me ji me dûr xistin da ku em neçin hevdîtinan. Armanca me ya sereke ew e ku em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku destê xwe bidin hev û vê desthilatê bişînin. Divê em li sindoqên xwe, partiya xwe û dengên xwe xwedî derkevin. Ev hilbijartine dê bibe şikandina tecrîda li ser girtîgehan, ev hilbijartin hilbijartina serkeftinê ye."