QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in 2023-04-08 09:45:07   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê nûçeyên têkildarî hedefgirtina Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî ya li bajarê Silêmaniyê derewand û got: "Ev nûçe bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin."   Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nûçeyên ku dibêjin Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye hedefgirtin daxuyanî da.   Daxuyanî wiha ye: "Hemû nûçeyên ku idîa dikin Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermandarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin."