Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin 2023-04-08 13:20:19   DÊRSIM - Ji duh ve agahî ji xebatkara Şaredariya Dêrsimê Meral Ûçar nayê girtin.    Meral Ûçar xebatkara Şaredariya Dêrsimê ye. Hat zanîn ku li Dêrsimê ji duh saet 17.30’an ve agahî ji Ûçar nayê girtin. Malbat li emniyetê geriye û îxbara windabûnê kir. Lê emniyetê gotiye heta 24 saet derbas nebe dê nikaribin tiştekî bikin.    Li gorî agahiyên me bi dest xistin; çend roj berê B.Ç. ê dergistiyê berê yê Ûçar bi ser mala wê de girtiye. Hat îdiakirin ku B.Ç. gefa kuştinê li Ûçar xwariye. Malbatê bertek nîşanî emniyetê da ku li gel agahî daye wan jî û tiştek nekiriye da.