Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin 2023-04-08 13:43:51 MEREŞ - Li Mereşê hê jî agahî ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî ku malbata wî di erdhejê de canê xwe ji dest da, nayê girtin.    Erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, du meh li pey xwe hişt. Li navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê agahî ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî ku malbata wî di erdhejê de canê xwe ji dest dabû, tevî ewqas dem derbas bû jî nayê girtin.    Berê jî xizmên Duşunmez ji ajansa me re axivîbûn û diyar kiribûn ku ew bi tu awayî ji Mehmet Duşunmez agahî nagirtin. Tevî ku serî li gelek saziyan dane jî lê tu bersivek negirtine.    NIMÛNEYA DNA’YÊ    Mamê Duşunmez, Bulent Duşunmez nimûneya DNA’yê da û xwîna wî li tu cenazeyi nehat. Vê carê jî xwîn ango nimûneya DNA’yê ji pîrika Duşunmez hat girtin.    Pîrika Duşunmezi Kinê Doneklî diyar kir ku ew li benda encama testê ne û ji roja neviyê wê winda bûye heta niha nikare nefes bigire û ji bo dîtina neviyê xwe gazî rayedaran kir.