Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye 2023-04-08 15:00:45 ENQERE - Di kişandina peşk a li YSK’ê de Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de cih girt.    Li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de kişandina peşk a partî wê li ser pisûleya di rêza çendan de bin hate diyarkirin. Li gorî peşkên nûnerên partiyan kişandin Tifaqa Ked û Azadiyê ku wê Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkerên Tirkiyeyê di bin heman banî de bikevin hilbijartinê di rêza 9’emîn de cih girt.    Tifaqa Cûmhûr di rêza 8’emîn, Tifaqa Milet jî di rêza 18’emîn de cih girt.