Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan 2023-04-08 16:30:19   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê di çalakiya vê hefteyê ya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îdrîs Başaran û xwest tavilê bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 576’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Îdrîs Başaran ê rewşa wî xedar e û li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê tê ragirtin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşman ji bo berdana girtiyan berz kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meryem Bars daxuyanî xwend û diyar kir ku di salek û nîvê de berdana 138 girtiyên cezayê xwe qedandine hatiye astengkirin.    Bars bal kişand ser rewşa tenduristiya girtî Îdrîs Başaran û destnîşan kir ku her ku diçe rewşa wî xedartir dibe û ew bang li rayedaran dikin ku bi berpirsiyarî rabin û girtiyê nexweş Başaran û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.