Mirovên Şemiyê hatin berdan 2023-04-08 19:06:45     STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û 15 kesên pê re li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de 15 kesên ku xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek belav kirin. Daxuyanî bi vî awayî ye: "15 Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan. Biryara AYM'ê pêk bînin! Em dest ji windayên xwe û Qada Galatasarayê bernadin!"