Meral Ûçar hat dîtin 2023-04-08 21:37:46   DERSIM - Xebatkara Şaredariya Dersimê Meral Ûçar ku ji duh saet 17.30'an ve xeber jê nedihat girtin, hat dîtin.    Xebatkara Şaredariya Dersimê Meral Ûçar ku ji duh saet 17.30'an ve xeber jê nedihat girtin, hat dîtin.    Malbata Ûçarê piştî ku xeber jê negirtibû serî li polîsan dabû. Ûçar ku dihat derpêşkirin ji aliyê hevalê xwe yê mêr yê berê B.Ç. ve hatiye revandin û bi mirinê gef lê hatiye xwarin, îro danê êvarî li nêzî Xozatê hat dîtin û hat hînkirin ku hevalê wê yê berê B.Ç. jî li Xozatê hatiye binçavkirin.