Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da 2023-04-09 11:03:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Dewleta tirk bi van êrişan hewl dide têkoşîna me û hevkarên me ya li dijî DAIŞ’ê vala derxîne. Her wiha Erdogan û ekîba xwe ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser kevin hewl didin li ser xwîna kurdan serkeftineke erzan bi dest bixe.”    Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û şandeya pê re di 7’ê nîsanê de li Silêmaniyeyê bi rayedarên Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê re hevdîtin kir. Di dema vegerê de li dijî konveya Ebdî û şandeya pê re êriş hate kirin. Êrişa hatiye kirin rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Ebdî, têkildarî êrişê li ser hesaba medyaya civakî ya HSD’ê daxuyaniyek da  û got ku Erdogan û ekîba xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ev êriş kiriye.    ‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê VALA DERXÎNE’   Ebdî, têkildarî êrişê wiha got: “Me duh li bajarê Silêmaniyeyê bi hevkarên xwe yên şerê li dijî DAIŞ’ê re civînek li dar xist. Civîn bi dawî bû û piştî nîvro dema em li gel hevkarên xwe yên amerîkî û hêza CTG (Dij Teror) vedigeriyan, rastî êrişa bi droneyan a tirkan hatin. Êrişeke bêencam bû û vala derket. Dewleta tirk bi van êrişan hedef dike ku ev xebat û têkoşîna me ya hevbeş a ku niha em ligel hevkarên xwe yên herêmê, hêzên kurdistanî, dewleta Iraqê û hêzen navneteweyî dimeşînin vala derxîne. Dewleta tirk ji şerê me yê li dijî DAIŞ’ê ku em bi hevkarên xwe re dikin nerazî ye û ji bo ku derbê lêxe û asteng bike, çi ji dest tê dike.   ‘YEK JI ARMANCÊN ÊRIŞÊ JÎ HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ YE’   Tirkiye ji peywendiyên HSD’ê yên bi aliyên Kurdistanê re aciz e û ji ber vê yekê ji bo êrişeke wiha Silêmaniye tercîh kir. Helbet yek ji armancên sereke yên vê êrişê jî hilbijartinên li Tirkiyeyê ne. Erdogan û ekîba xwe ji bo di hilbijartinan bi ser kevin çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de weke kart û avantaj bi kar bînin. Lê dewleta tirk û hikûmeta Erdogan nekarî bi ser bikeve. Ji ber ku bertekeke mezin li hemberî êrişê hate nîşandan.   Ji ber helwesta hatiye nîşandan, ez spasiya Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî dikim. Ez careke din dibêjim; êrişên bi vî rengî dê negihijin armanca xwe. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”