Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin 2023-04-09 14:05:49   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne, ev peyam da: “Ji bo edaletê em ê dev ji têkoşîna xwe ya heq bernedin.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 748’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo mafên xwe, pêşeroj û edaletê me dev ji têkoşîna xwe ya heq berneda û em ê dev jê bernedin.”