Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in 2023-04-09 15:40:20   DÎLOK - Di qenala avdanê ya Dîlokê de kelexên hesp û keran hatin dîtin. Vê rewşê di nava xelkê bajar de rê li ber fikaran vekir.    Di van rojên dawî de di qenala avdaniyê ya di navbera regulatora avdanê ya Taxa Bayramli ya li ser rêya Tesîsa Dawerînê ya Berşoyê ya Dîlokê û Taxa Bayramliyê de gelek kelexên hesp û keran hatin dîtin. Têkildarî mijarê me bi şêniyên taxê re hevdîtin kir û diyar kirin ku ji ber kelexên hêstir û keran gelek bifikar in.