Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin 2023-04-09 21:53:02           ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li navçeya Hezexê  bûroya hilbijartinê ya jinan vekir.   Li navçeya Hezexa Şirnexê li ser cadeya Alanyayê Partiya Çep a Kesk bi tevlibûna parlementera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Nuran Îmîr, rêveberên rêxistinên Partiya Çep a Kesk, HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Bi hezaran kes tev li merasîma vekirina buroyê bûn.    Beriya vekirina buroyê bi sedan jin bi kincên xwe yên netewî kom bûn û govend gerandin.    ‘EV ÎRADEYE DÊ SERKEFTINÊ BÎNE’    Bernameya vekirina buroyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku wê gel di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hesab ji îktidara AKP-MHP’ê bipirse û wiha axivî: "Divê birêz Ocalan û hemû girtîyên di girtîgehan de tên ragirtin bên berdan. Ji bo jiyaneke demokratîk a Tirkiyeyê ev tişt pêkane ye. Heta ku niha me her tim gotiye jin azad nebe civak azad nabe, welat azad nebe. Ji bo jiyanek azad em tedikoşin. Bi coşa we û xebata we em è bi ser bikevin. Di   îktîdara AKP’ê de heta niha gelek hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Lêbelê me jinan tu caran dev ji daxwaza xwe ya azadiyê berneda. Ev îradeye dê biser bikeve. Ev îrade li dijî mirinè jiyanê, li dijî koletiyê azadiyê diparêze. Em bi gelê xwe re heta roja îro hat û me îradeya gelê xwe tu caran  radestî îktîdaran nekir. Ev îradeye dê bi xwe serkeftinê bine. Em ê bi felsefeya Jin jiyan azadî bi serbikevin”    Piştî axiftinan jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.