Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in 2023-04-10 09:01:39   STENBOL - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mewlûd Ustabaş diyar kir ku atmosfera 7'ê Hezîranê xwe di xebatên hilbijartinê de dide nîşandan û li Stenbolê hedefa wan 2 milyon deng in.    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Parlamenteriyê ya ku di 14'ê Gulanê de bê kirin, didomîne. Partiya Çepên Kesk ku plan dike li 39 navçeyên Stenbolê ku nifûsa wê nêzî 16 milyon e, nêzî 250 buroyên hilbijartinê veke, wê di 31 hezar û 280 sindoqên hilbijartinê de 62 hezar û 500 çavdêr, 4 hezar rêveberên dibistanan û 2 hezar parêzer wezîfedar bike.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mewlûd Ustabaş behsa xebatên partiya xwe yên li Stenbolê kir.    Ustabaş anî ziman ku li seranserî Stenbolê xelk eleqeyek mezin û baş nîşanî partiya wan dide û ji bo ew partiya xwe bidin nasîn xebatan dikin.    RUHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ    Ustabaş bi bîr xist ku wan dest bi vekirina buroyên xwe yên hilbijartinê kirine û got: “Bi rastî em hewl didin ku di demek pir kin de bi kirina karên mezin vê pêvajoyê temam bikin. Em ê li 39 navçeyên xwe nêzî 250 buroyên hilbijartinê vekin. Ji bo me avantajeke mezin e ku HDP xwedî ezmûna hilbijartinê ye. Ji ber ku me di hilbijartinên berê de bi hev re tevgeriyan, me zêde zehmetî nekişand. Îro em gelê xwe piştgirîyek mezin digirin. Ewqas êriş li HDP'ê hat kirin û didomin. Lê dîsa jî em belav nebûn û me xwe li ser pêya girt. Her kes ketiye nava tevgerê. Hilbijêr tên û dixwazin xebatê bikin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye.”    Ustabaş da zanîn ku hem ji ber eleqeya gel hem jî ji ber atmosfera ku di xebatan de derketiye holê atmosfera hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015’an dide nîşandan û wiha got: "Ev hewaya ku em di dîmenên ji hemû bajaran dibînin, wê atmosfere dide me. Bi vê hilbijartinê em ê ji desthilatdariya yekperest a AKP û MHP’ê rizgar bibin. Îro divê em hemû enerjiyê bidin ku ev îktidar biçe. Divê em di hemû astên jiyanê de yekitiya xwe bidomînin. Em dengê hemû kesên bindest û tên cihêkirinê ne.”   HEDEF 2 MILYON   Ustabaş diyar kir ku hedefa wan li Stenbolê di navbera milyonek nîv û û 2 milyon dengan de ye ku bi dest bixin û got: “Em difikirin ku di dema pêş de em ê bi giştî ji sedî 20 derbas bikin. Hedefa me ya Stenbolê 2 milyon e. Em vê li van qadan hîs dkin. Ji ber bêzariya gel û nezelaliya mûxalefetê gel xeta me ya Rêya 3'yemîn tercîh dike. Bi gotineke din, xeta rêya sêyemîn xwe dide hîskirin.”     MA / Ergîn Çaglar