Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin 2023-04-10 09:03:53   HATAY - Cenazeyê Alî Topçû yê li taxa Armûtlû ya navçeya Defneyê di bin kavilê mala xwe de ma tevî xebata rakirina kavilan jî nayê dîtin.    Li Hatayê hê jî cenaze ji bin kavilan tên derxistin. Gelek kesên di bin kavilan de mane hê jî cenazeyên wan nehatine dîtin. Derbarê nasnameya kesên winda de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Welatî wêneyên xizmên xwe li dîwaran daliqandine û li wan digerin.    Tevî ku du meh bi ser erdhejê re derbas bû jî cenazeyê Alî Topçû yê 26 salî ku li Taxa Armûtlû ya navçeya Defne ya Hatayê di bin kavilê mala xwe de mabû li gel hemû hewldanên malbatê jî nayê dîtin.    KAVIL JÎ HAT RAKIRIN LÊ CENAZEYÊ WÎ NEHAT DÎTIN    Dayika Topçû, Gulten Topçû diyar kir ku lawê wê tenê li malê dima û piştî erdhejê li gel kavilê xaniyê wan hatiye rakirin jî lê hê jî agahî ji lawê xwe negirtiye. Topçû anî ziman ku li gel wê ji bo testa DNA’yê xwîn daye û serî li edliyeyê û qereqolê daye jî lê hê jî xeber ji lawê xwe negirtiye û wiha got: “Lawê min nayê dîtin. Me serî li ku da jî me xeber jê negirt. Kes nabe alîkar. Ji bo lawê min bê dîtin ez bi şev û roj diayan dikim. Ew sax be jî mirî be jî ez dixwazim bê dîtin.”