Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e 2023-04-10 10:29:03   STENBOL - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku niha girtî ye, biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê weke helwesteke exlaqî û polîtîk nirxand û wiha got: “Di rewşeke wiha de ku êş û wêraniyeke mezin heye û gel di nava serferberiyê de ye, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û biryareke rast e.”   Wezareta Karên Hundir di 19’ê tebaxa 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm tayîn kir û Hevşaredar Selçûk Mizrakli di 22’yê cotmehê de hate girtin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê da Mizrakli. Cezayê Mizrakli li Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Amedê hate erêkirin û şandin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê li Mizrakli hatiye birîn derqanûnî nirxand û dosya dîsa li dadgehê vegerand. Li ser biryarê, dadgeha herêmî dîsa dest bi darizandina Mizrakli kir û pêvajoya darazê didome.    Mizrakli ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî rojevên heyî bi ajansa me re axivî.    DÎROKA DARBEYAN    Mizrakli, dîroka siyasî ya Tirkiyeyê weke “dîroka darbeyan” pênase kir û wiha got: “Hinek ji van darbeyan leşkerî ne û yên din jî ji hêla derdorên bi kravat, bi unîforma û bicubbe hatin kirin. Lewma ji girtina parlamenteran a li pêşiya Meclisê heta roja me, gelek mînakên derhiqûqtî li dijî siyasetmedarên kurd tên kirin. Tayînkirina qeyûman û girtin jî weke teserûfa aqilê kûr xuya dike. Bawerim hewcehî bi gotineke din nîne.”   TEKOŞÎNA DEMOKRATÎK DÊ AZAD BIKE    Bi domdarî Mizrakli got ku ji roja damezirandina komarê heta niha siya siyaset-îktîdarê tu carî li ser hiqûqê kêm nebûye û ev nirxandin kir: “Ji dîwana Alî’yan (Sê Alî) ku di damezirandina komarê de Şêx Seîd Efendî û hevalên wî darizandin heta 49’an, yên di 12’ê Adarê de DDKD’yî darizandin heta roja me tu tiştek kêm nebû. Heman rewş ji Darbeya Mijdarê heta roja me doza girtina HDP’ê û doza Kobanê didome. Biryara girtin û berdana me daraz nade. Pêvajoyeke kompasê ye ku ji jor ber bi jêr ve pir bi organîze ye. Weke ku min di danişînan de jî anî ziman; em bi dozên ‘Dreyfus’ ên sedsala 20’an ve rû bi rû ne. Lewma ya ku dê hem girtîgehan hem jî derve azad bike, têkoşîna demokratîk û gel e. Bo vê jî pir kêm ma ye.”    HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ   Di berdewamê de Mizrakli biwêja “Gule li lingê xwe xist” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar; heta pergala parlamentoyê ku mirov nikara jê re bibêje demokrasî jî dorpêç kir. Hemû qadên ku siyaseta kurd bêhnê jê distîne digire û hewl dide di bin navê ‘terorê’ de krîmînalîze bike. Tu eleqeya van hewldanan bi pêşketinên civakî û hewldanên lihevkirinên siyasî nîne. Kesên xwedî van merîfetan ne dikarin bibin welatparêz û ne jî aştîhez. Heke gelek ketibe rêya demokrasî, azadî û aştiyê, tu hêz nikarin pêşî lê bigirin. Heke rê nebîne teqez rêyekê çêdike û xwe digihîne hedefa xwe. Em jî dê bibin şahidên vê.”    Têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî Mizrakli ev tişt anî ziman: “Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng e. Di serdema nû de ji bo çareserkirina pirsgirêkên esasî, platformeke siyasî ya bibandor e. Li Kurdistanê Tifaqa Kurdî ji bo yekitiya neteweyî û pêşketinên li parçeyên din; Tifaqa Ked û Azadiyê jî dibe xala hevpar a tevan. Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêkên ev sed sal in nehatine çareserkirin re dikar pêş bikeve. Her çareserî jî dê bandorê li hemû herêman bike. Dê tifaq hem li Meclisê hebûna xwe xurtir bike û hem jî li derveyî Meclisê di têkoşîna jin, ciwan, ekolojî û kedê de cih bigire û bandora xwe zêdetir bike.    PARTIYA ÇEP A KESK   Di civaknasiya siyasetê de têgeha ‘pêla ji binî ve’ heye. Ez jî dibêjim pêla ji binî ve ‘Kurd+kedkar+jin+xizanên bajar û çoltarê+pêla ciwanan’ e. Her wiha dibêjim ‘Pêla dereng e’ heye. ‘Pêla dereng’ jî kesên di ciwantiya xwe de di nava têkoşîna pêşverû-şoreşger de cih girtin û niha ser 65 saliyê de û ji bo pêşeroja neviyên xwe bifikar in. Dema mirov ji arîtmetîkê zêdetir li qada bandorê dinihêre, ji sedî 20’ê dengan zêde nîne heta kêm e. Heke em niha nekarin xwe bigihînin vê rêjeyê jî dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an de herî kêm 150 şaredariyan û di sala 2028’an de jî ji sedî 25’ê dengan bi dest bixin.”    SIYASETA KURD AKTOR E   Mizrakli, derheqê hevdîtina namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û HDP’ê jî wiha got: “Kesên siyasetê bi awayeke zana dikin, hemû firsend û pêşketinan bi awayekî hoste bi kar tînin û hewl didin bi ser kevin. Momenta ku em tê de ne siyaseta kurd hem kir aktoreke sereke hem jî derxist pozîsyona moderatoriyê. Divê ev hevsengiya hesas bi hostetî were birêvebirin. Heman êşên guherînê yên di nava 2-3 salên dawî de di nava CHP’a bi pêşengtiya Kiliçdaroglû de çêdibin, di nava xeta lîberal an jî kevneperest a hemdem de jî derdikevin holê. Niha li ser heman êşê hatin ba hev û deklarasyoneke bi bernameya reformparêz restoratîf ragihandin. Em jî bi qasî serê derziyê jî ronahiyekê bibînin, em berê xwe didin. Rastiyek heye ku yek ji cihên herî girîng ên çareserkirina pirsgirêka kurd jî Meclis e. Heke li Meclisê gavên pêbawer werin avêtin, ev yek dê bike ku aktorên pêvajoya bêçalakitiyê û aştiyê bi xwe re tînin bixe nava liv û tevgerê. Di hemû pêvajoyên çareserkirina pirgirêkên pevçûnî de aktorên bêxêr hene. Divê em van zehmetiyan bibînin û li gorî vê xwe bigihînin rojên bixêr.”    BIRYARA BÊÇALAKITIYÊ YA KCK’Ê   Hevşaredar Mizrakli herî dawî jî bal kişand ser biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê hem ji hêla exlaqî ve hem jî ji hêla polîtîk ve helwestekî rast e. Di demeke ku êş û wêraniyeke wiha mezin de ku civak seferber bûye de, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û gaveke ku vê nezelaliyê ji holê radike hatiye avêtin. Gavekî rast e. Ji bo ku di pêvajoya hilbijartinê û ya piştre de bidome, divê baş were fêmkirin.”    MA / Mehmet Aslan