Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê 2023-04-10 14:42:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Komîsyona Ewlekarî û Parastinê yên Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa hewayî ya li dijî balafirgehê hatin Silêmaniyeyê.    Endamên Komîsyona Ewlekarî û Parastinê yên Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa hewayî ya li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê, çûn Walîtiya Silêmaniyeyê.    Endamên komîsyonê, di çarçoveya xebatên lêkolînkirina sedemên êrişa li dijî balafirgehê de çendek hevdîtinan dikin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şeva 7’ê nîsanê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê li dijî konvoya ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî di nav de, êrişeke hewayî hatibû kirin. Rojek piştre jî şandeyeke ji Parlamentoya Iraqê ku Serokwekîlê Serokê Yekemîn ê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî serokatiya wê dikir, hatibû serdana Silêmaniyeyê.    Bi awayekî fermî nehat gotin ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin lê Serokwezîrê Iraqê Latîf Reşîd li dijî êrişê bertekeke tund nîşan da û got ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Reşîd, bang li Tirkiyeyê kiribû ku ji Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê lêborînê bixwaze.