Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin 2023-04-10 18:30:35   ŞIRNEX- Bi girseyî serdana şînên ji bo HPG'iyên jiyana xwe ji dest dan hat kirin.    Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê bi pêşengiya MEYA-DER'ê serdana şînên ku ji bo HPG'Iyê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin danîn, hat kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navendê û navçeyan, Tevgerên Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê serdana şînê kirin. Li Taxa Yafes a Cizîrê serdana şîna ji bo Firat Baysoy( Tirêj Botan) ên HPG'î ku di 19’ê Cotmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest dabû hat danîn, hat kirin.    Piştre jî girse derbasî navçeya Sîlopiyayê bû. Li vir jî, li Taxa Dîcleyê serdana şîna Zeynep Kûday (Devrîm Çavreş) a YJA-Starî ku di 13'ê Cotmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin.    Piştî duayan girseyê sersaxî ji malbatan re xwest.