Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin 2023-04-10 19:16:40   ENQERE – Hiqûqnasên ku bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinên 14'ê Gulanê, bi dirûşmeya "Em hiqûqnas li vir in", Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê ava kirin.    Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê û Hiqûqa Civakî, têkildarî ewlehiya hilbijartinê de li Yekîtiya Milkiyeyiyan dauxyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em hiqûqnas ji bo ewlehiya hilbijartinê li vir in" nivîsandî hat daliqandin. Di dauxyaniyê de Parêzer Nûray Ozdogan axivî.    Ozdoganê destnîşan kir ku ji mijarên girîng ên Tirkiyeê yek jê jî ewlehiya hiqûqî ya hilbijartinan e û got ku ew ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li ber sindoqan bin û sindoqan biparêzin.    Ozdoganê bal kişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got: "Em fikara gel a di warê manîpulekirina rayan, windabûna wan û encamên sindoqan de dibînin. Lewma ji bo pêşîgirtina hemû binpêkirinên mafan û bêhiqûqîtiyê em li vir in."    Ozdoganê bilêv kir ku ew ji bo pergaleke hiqûqî ya demokratîk hatine cem hev du û got: "Em rêxistinên hiqûqê, ji bo avakirina Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê li vir in. Em ji raya giştî û gelên xwe re dibêjin ku me bi dirûşmeya 'Em hiqûqnas li vir in' xebatên xwe yên di vî warî de daye destpêkirin."