Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin 2023-04-11 10:10:25   ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan bi ser malan de girtin û 2 ciwan binçavkirin.   Polîsên tîmên taybet îro di danê sibehê de ii taxên Nûr û Cudî yên Cizîr a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de ciwanê bi navê Faruk Îverendî û ciwanê bi navê wî Diyar ku paşnevê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin.    ‘BI PÊYAN KETIN SER PIŞTA KURÊ MIN’    Di dema serdegirtinên malan de tîmên taybet mal serûbin kirin. Dayika Faruk Îverendî bertek nîşanî êrişa polîsan da û wiha got: “Bi hovane ketin mala me. Ev ne polîs lê hêzên tîmên taybet bûn. Tiştek nema ku ne anîn serê me. Zarokên me avêtin erdê. Bi lingê xwe çûn ser pişta kurê min. Em xistin odeyekê û li me qêriyan.”    Ciwanên hatin binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê tên ragirtin.