Li Mereşê erdhej çêbû 2023-04-11 12:04:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Mereşê bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû.    Li navçeya Koksen a Mereşê bi mezinahiya 4.0’an erdhej çêbû. Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Koksenê ye û erdhej bi meziniya 4.0’an pêk hatiye.    Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 10.27 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.