Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir 2023-04-11 12:38:11 ENQERE - Serokê Giştî yê PSKAD’ê yê berê Ganî Kaplan di danişîna ewil ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate darizandin beraet kir.    Derbarê serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSKAD) ê berê Ganî Kaplan de ji ber axaftina wî ya di 18’ê Gulana 2017’an de ya ji bo bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya û ji ber parvekirinên Ulaş Bardakçi û Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên KHK’î bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Dadgehê derbarê Kaplan de biryara beraetê da.