AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand 2023-04-11 13:24:51   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta nekirina parastina devkî ya HDP’ê red kir û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand.    Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji ber biryara nekirina parastina devkî ya partiyê civiya. AYM’ê, xisûsên ku HDP’ê di daxwaznameyê de destnîşan kiribû di cih de nedît û girteka nedayîna parastina devkî ya HDP’ê girt. AYM’ê biryar da ku ji bo amadekirina rapora têkildarî esasa dozê, dosya ji raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn re bê şandin.    Piştî ku rapor li endamên dadgehê hate belavkirin, dê Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan ji bo civînê rojekê diyar bike û daxwaza girtina partiyê dê ji hêla esasî ve bê nirxandin. Zaruriyeteke rapora raportor li ser endamên AYM’ê nîne û biryara doza girtinê ya partiyê dê ji hêla endamên AYM’ê ve were dayîn ku ji 15 kesan pêk tê.    HDP’Ê ÇIMA PARASTIN NEKIR   Îdianameya dozê di 21’ê hezîrana 2021’an de hate qebûlkirin û pêvajoya darizandinê dest pê kir. Biryar hate dayîn ku HDP di 14’ê adarê de parastina xwe bike. Li ser daxwaza partiyê, ev pêvajo taloqî 11’ê nîsanê hate kirin. HDP’ê xwest ku doza girtina partiyê ji bo piştî hilbijartinên serokkomarî û hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê were taloqkirin lê ev daxwaz hate redkirin. Li ser vê yekê; Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê got ku redkirina vê daxwazê tê wateya mudaxelekirina hilbijartinên serbest û adilane û di 6’ê nîsanê de ji AYM’ê re daxwazname şand û got ku dê parastina devkî ya di 11’ê nîsanê de neke. Di daxwaznameyê de wiha dihat gotin: “Dadgeha we mutalaaya devkî ya Serdozgerê Dadgeha Bilind di 10’ê çileya 2023’yan de guhdar kir û piştre jî di 26’ê çileya 2023’yan de biryar da ku partiya miwekîl di 14’ê adara 2023’yan de parastina xwe ya devkî bike. Ji ber pêvajoya siyasî ya welêt, karesata erdhejê û destpêkirina pêvajoya hilbijartinê ya fermî, me xwest ku hûn dîroka parastinê bidin piştî hilbijartinê û di vê çarçoveyê de 3 daxwaznameyên cuda pêşkeşî Dadgeha Biind kirin. Dadgeha Bilind bêyî ku hincetekî nîşan bide, daxwazên bi dîroka 16’ê çileya 2023’yan û 15’ê adara 2023’yan red kir. Derheqê daxwaza bi dîroka 6’ê adara 2023’yan de jî biryara qebûlkirinê hate dayîn û ji bo parastina devkî 11’ê nîsana 2023’yan hate diyarkirin.    DI DEMA HILBIJARTINÊ DE PARASTIN MIMKIN NÎNE   Di wan her sê daxwaznameyên li jor hatine diyarkirin û ji hêla partiya miwekîl ve pêşkeşî Dadgeha Bilind hatiye kirin de ji her alî ve hatiye vegotin bê ka çima bila parastina devkî bo piştî hilbijartinê bê paşdexistin. Lewma jî dê di vê mijarê de daxuyaniyeke cudatir neyê kirin. Partiya miwekîl bi awayekî fermî ketiye pêvajoya hilbijartinê, pêvajoyên serlêdanên bernamzetan, lansmana partiyê, danasîna namzetên parlamenteran, bernameya partiyê, mitîng, civîn û xebatên siyasî rê li ber mijûlahiyeke zêde vedikin. Bi vê sedemê jî derfetên dayîna parastina devkî ya di dîroka hatiye diyarkirin de tune ne. Ev doz dê bandoreke mezin li ser demokrasî û dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê bike û parastina devkî ya di nava pêvajoyeke wiha giran de mimkin nîne. Bi vê sedemê me xwest ku Dadgeha Bilind agahdar bikin ku dê parastina devkî ya di 11’ê nîsana 2023’yan de nekin.”