Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir 2023-04-11 13:49:57   AMED - Derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de ku niha girtî ye, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û dozger xwest ku cezayê hefsê li Çobanê were birîn.    Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi hinceta hinek nûçe û nivîsên di navbera 4’ê îlon - 30’ê îlonê û 1’ê cotmeh û 21’ê cotmeha 2014’an de hatine weşandin, derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û ceza lê hatibû birîn. Doza Çoban berdewam kir.    Di dozê de cezayê hefsê yê salek û 8 meh û 25 rojan li Çoban hatibû birîn lê ceza hatibû taloqkirin. Lê ji ber ku di dozeke din de ceza li Çoban hate birîn, doza ku cezayê wê hatibû taloqkirin dîsa hate dîtin. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe da û xwest ku cezayê hefsê li Çoban were birîn.    Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Çoban tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû. Dozgerî mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozger xwest ku cezayê salek û 8 meh û 25 rojan ê rojnameger Çoban were ragihandin û xwest ku Çoban ji ber “Xala 7/2 ya Qanûna Hejmar 3713 a Têkoşîna li Dijî Terorê” ku dikeve çarçoveya “Propagandaya rêxistinê” wer cezakirin. Dozger, îdia kir ku “sûc” bi rêya çapemeniyê hatiye kirin û xwest ku di çarçoveya xala 43’yemîn a TCK’ê de cezayê Çoban were zêdekirin.    Parêzerê Çoban, Resûl Temûr jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 18’ê nîsanê kir.